Ji bo gelan tehlûke ye

Çarşem 15 Adar 2023 - 00:38

  • Îlham Ehmed rojeva Kurdistan û Rojava nirxand û got, hêzên navneteweyî divê ne tenê doza agirbestê bikin, lê heger PKK agirbestekê ragihîne, ew bibin garantorên wê jî.

ERKAN GULBAHÇE

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û li aliyê din li herêmê bûyerên giring diqewimin. Serokê Fermandariya Giştî ya DYE´yê Mark Milley çû serdana herêmê. Beriya çendekê jî Fermandarê Giştî yê hêzên QSD´ê Mezlûm Ebdî dabû zanîn ku hêzên navneteweyî tevî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo ku muzakereyên aştiyê bi Tirkiyeyê re dest pê bikin, di ser wan re ji PKK´ê xwestine agirbestekê ragihîne. 

Lê hê di roja erdhejên mezin ên navenda wan Bazarcix de droneyên dewleta Tirk herêmên rêveberiya xweser bombe kirin. Em li ser êrişên dewleta Tirk, serdana fermandarê hêzên DYE´yê û banga li PKK´ê hatiye kirin ya agirbestê bi Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûrî Îlham Ehmed re peyivîn. 

Îlham Ehmed serê pêşî bal bire ser erdhejê û tesîrên wê li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê: “Dibe ku gelek kesan canê xwe ji dest nedabe, lê gelek xanî hilweşiyan li Kobanê, Minbic, Reqa, Şehba û Şêxmeqsûdê. Nexasim li Şehba û Şêxmeqsûdê gelek zirar çêbû. Bi kampanyayên alîkariyê li herêmên me, ji van deveran re alîkarî hat şandin. Rejîmê rêgirî kir û 10 rojan me nekarî alîkariyê bigihînin cihê wê. Piştî bazara zehmet me kon û xwarin gihandin Şehba û Şêxmeqsûdê. Ambargo li ser herêmên me heye û heta niha alîkariya navneteweyî ya ji bo Erdhejê negihiştiye herêmê.”

 

Dikare her kêlî êriş bike

Îlham Ehmed bal bire ser helwêsta hov a dewleta Tirk a di dema erdhejê de jî û got, “Hê roja pêşî ya erdhejê jî mirovên me di bin xirbeyan de bûn, dewleta Tirk bombe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê barandin. Carinan bi droneyan û carinan jî bi topxaneyan. Yanî heger roja erdhejê dikare êriş bike, dewleta Tirk dikare her kêlî êriş bike. Ji ber wê pozîsyona me ew e ku dewleta Tirk dibe ku her kêlî êriş bike. Amadekariyên me li gorî vê ne. Dibe ku beriya hilbiajrtinê jî kaos û şer çêkin û welê hilbijartinê bikin.” 

 

Bêyî destûra navneteweyî êriş nabe

Li ser pirsa li ser helwêsta muhtemel a hêzên navneteweyî beramberî êrişên nû yên dewleta Tirk jî Îlham Ehmed got, “Tirkiye bi tena serê xwe bi hêza xwe ya leşkerî wê êriş neke. Ji bo vê divê hêzên navneteweyî destûrê bidinê. Me ji tevahiya hêzên li vir re eşkere got, ji DYE, Rûsya, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê û Ingilistanê re me got, heger hûn erê nekin Tirkiye bi ti awayî êrişî vir nake. Heger Tirkiye êriş bike bi destûra we ye û em dizanin berpirsiyarên sereke yên dagirkeriya dewleta Tirk hûn in. Em bi zelalî nizanin, ka helwêsta van hêzan wê di rewşa êrişeke dewleta Tirk de çawa be. Van hêzên navneteweyî sozek daye me, ´Em ê ji bo ev êriş nebin, her rêyê biceribînin´.”

Îlham Ehmed da zanîn ku hin xebatên wan hene ji bo tevdîrên li beramberî êrişên bi droneyan de, lê heta niha wan ti encam bi dest nexistiye. Wê li ser sûcên şer ên bi van droneyan jî got, “Di hevdîtinên xwe yên navneteweyî û serdanên xwe de di rojeva me de êrişên bi droneyan hene. Lê heta niha me encameke berdest negirt. Diyar e berjewendiyên wan ên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re muhimtir in. Herçî êrişên li dijî sivîlan û binesaziya sivîl e, em ê di hevdîtinên xwe yên bê de jî bikin rojev. Ji bo rawestandina van sûcên li dijî mirovahiyê em ê hewl bidin. 

 

Serdana Milleyê helbet muhim e

Li ser serdana Fermandarê Giştî yê DYE´yê Mark Milley jî Îlham Ehmed wiha peyivî: “Heta niha rayedarê herî payebilind ê DYE´yê bû ku çû serdana Rêveberiya Xweser; ji ber wê, helbet giring e. Armanc û encamên wê ew ê paşê zelalê bibin. Lê nabe ku em giringiyeke zêde jî lê bar bikin. Çû serdana leşkerên xwe. Li deverên şerê li dijê DAIŞ´ê bû. Piştî ku hat deverê, bi çavê xwe cihê cih dît, alîkariya ji bo hêzên QSD´ê beyan kir, ev jî muhim e.

   Li ser diyaloga di navbera rejîma Şamê û Rêveberiya Xweser de jî Îlham Ehmed got, “Em nikarin behsa diyalogeke darîçav bikin. Halê hazir, peywendî hatine wê radeya ku bisekinin.”

 

Ne li xêra miletan in

Ji bo civînên li Moskovê yên îro sibe yên di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîma Şamê de jî Îlham Ehmed got, “Berê jî di navbera îstixbaratên Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîma Surî de hevdîtin çêbûn. Rûsya dixwaze bi navbeynkariyê Tirkiye û rejîmê li hev bîne. Bi vî rengî dixwaze her duyan jî bikişîne nav refên xwe.

Heta niha rejîm bi Tirkiyeyê re li ser mijarên ewlehî û îstixbaratê gelek caran peyivî. Heger îro û sibe alîkarên wezîran hev bibînin, ev ê bibe hevdîtina aliyan a pêşî. Li gorî me ev civîneke bi tehlûke ye ji bo gelên li Sûriyê. Hem dewleta Tirk û hem jî rejîma Sûrî dijminatiya me dikin. Biryarên van civînan wê li dijî gelên Sûriyê bin. Ji bo aştiyeke mayînde, civîn divê bi fikr û nûneriya gelên li Sûriyê pêk bên.”

 

Ya muhim ew e ku bibin garantor

Li ser daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya li ser daxwaza agirbestê ya hêzên navneteweyî ji PKK´ê jî, Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûrî Îlham Ehmed got, “Dewleta Tirk bi helwêsta xwe şerê li dijî DAIŞ´ê xera dike. Her wiha, Tirkiye li Bakurê Kurdistanê êrişî Kurdan dike û ewlekariya xwe xera dike. Tirkiyeyeke aram wê bi kêra Ewrûpa û Emerikayê were. 

Ji ber şer pêlên koçberiyê yên mezin çêbûn. Vê zirar li Ewrûpayê jî kir. Êdî şerê Tirkiye bike zirarê li Ewrûpa û DYE´yê jî dike. 

Li vir ya muhim ew e ku lazim e ev hêzên doza agirbestê dikin, karibin bibin garantorên agirbestê. Ew divê ji bo çareseriya li Tirkiyeyê jî bibin garantor.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.