Ji bo gel û netewa xwe mir û jiya

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:35

Bi ser qetilkirina Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî re ku li navçeya Pênciwîn a Silêmaniyê hate qetilkirin re, 7 sal derbas dibin. Îqbal Muradî niştecihê bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê bû. Muradî di sala 1979’an de weke pêşmergeyek tevlî şoreşa gelên Îranê dibe. Piştî Komara Îslamî ya Îranê dest danî ser şoreşa gelên Îranê, di sala 1982’ê de hate binçavkirin û piştre şandin Girtîgeha Merîwan a girêdayî parêzgeha Sineyê. Muradî 2 salan di girtîgehê de dimîne şûnde, piştî ji zîndanê derdikeve dîsa xebat û têkoşîna xwe ya ji bo Îraneke demokratîk berdewam dike. Hêzên Îtlaata Îranê timî gef li Muradî dixwin û ew jî neçar dimîne di sala 2005’an de ji Rojhilatê Kurdistanê koçî bajarê Pênciwîn ya Başûrê Kurdistanê bike. Ew li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, parêzvanekî xurt ê azadî û mafên mirovan bû. Îqbal Muradî endamê desteya rêveber a Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê bû û timî li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistan û gelê Kurd têkoşiya. Di sala 2008’ê de rastî êrişê hat û bi 7 fîşekan birîndar bû. Piştî Muradî gihandin nexweşxaneyê, li ser mûdexeleya bijîşkan rizgar dibe.

Her kêliya xwe fedayî gel kir

Muradî bav û mamê du girtiyên Kurd yên siyasî ku mehkûmê cezayê darvkerinê hatine kirine. Zanyar û Luqman Muradî ku pismamê hevin di sala 2009’ê ve ji aliyê Şaxê Îtlaatê ya Merîwanê ve hatin girtin. Bêyî ku mafê parastinê ji wan re nas bikin û parêzer ji bo wan were girtin, Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li wan birî û di 7’ê Îlona 2018’an de hatin darvekirin. Muradî di sala 2010’ê de bi awayeke fermî dest ji endamtiya Komeleya Şoreşgeranî Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ber dide. Piştre weke welatparêz û aligirek ê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xebat û têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û mafê mirovan berdewam dike. Wî her kêliya jiyana xwe ji bo vî gelî û neteweyê feda kir. Îqbal Muradî tevî birînên xwe, hejmarek hewldanên suîqestê û vegera ji mirinê û darvekirina kurê wî, lê qet dev ji têkoşîna azadiyê berneda ku ew ji evîna xwe ya ji bo welat û erkê xwe yê neteweyî sar bibe.

Piştî girtina Zanyar Muradî û Luqman Muradî bi dehan caran Îqbal Muradî hate tehdîdkirin ku ger dev ji çalakiyên xwe bernede, cezayên darvekirinê yên Zanyar û Luqman wê werin bicîhanîn. Lê ne wan û ne jî Îqbal Muradî guh nedan van gefan.

Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pênciwîn a ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin. Cenazeyê wî di sibeha 18’ê Tîrmehê de li çemê Ali Awa yê li bajarokê Pênciwîn hate dîtin. Malbata Îqbal Mûradî ji Rojnews’ê re diyar kir ku heta niha ti kes li ser qetilkirina wî nehate girtin û got:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bi temamî dosya paşguh xistine. Ji bo dîtina bikujan ti hewldanê nakin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.