Ji bo fîdyeyê direvînin

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:15

Navenda Belgekirina Binpêkirinan têkildarî revandinê welatiyan a li Efrînê û standina fidyeyê raporek weşand û wiha got:"2’ê Nîsana 2024’an çeteyên ’Polîsên Leşkerî’ li bajarê Efrînê kesê bi navê Ferhad Mihemed li beramberî dayîna 6 hezar dolar wek fidye berda. Hate diyarkirin ku Ferhad Mihemed ê ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şerayê di Îlona 2023’an de hatibû revandin.

4’ê Nîsanê çeteyên Ceyş El Wetanî kesê bi navê Silêman Cuma Mihemed ê ji gundê Behiyê yê navçeya Şêrawa li beramberî dayîna 2 hezar 700 dolarî berda. Silêman di dawiya Çileya îsal de li bajarê Efrînê hatibû revandin. 7’ê Nîsana 2024’an çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ li bajarokê Mabatayê kesê bitemen ê bi navê Mihemed Hisên ê ji gundê Germok li beramberî dayîna 700 dolar fidye û dayîna biqasî hezar û 500 dolarî wek bertîl ji bo çeteyan, serbest berda. 14’ê Nîsana 2024’an çeteyên Sultan Murad, Ehmed Hayik, Mehmûd Omer Dabûl û Ziyad Seyid Ehmed li beramberî 27 hezar û 500 dolarî berdan. Her sê kes 12’ê Nîsanê ji aliyê çeteyên heman komê ve hatibûn revandin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.