• KCK: ‘’Hê jî hinek hêz vîna Êzîdiyan nas nakin û dixwazin li ser wana dîsa bibin desthilat û serwer. Ev bêwijdanî û bêexlaqî ye. Divê li ser Êzîdiyan ne karekî siyasî, ne jî li ser wan otorîteriyek bê sepandin.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî 3’yê Tebaxa 2014’an a salvegera Fermana Şengalê daxuyaniyek da. KCK’ê got, hin dewletan 3’yê Tebaxê weke ‘qirkirin’ nas kir ev yek girîng e bes divê ji bo xweseriya Êzîdiyan jî kar bikin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: “Berî niha bi 7 salan 3’yê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê êrîşeke qirkirinê bire ser Şengalê ku weke navenda cihên Êzîdî lê dijîn. Bi hezaran Kurdên Êzîdî qetil kirin, bi hezaran jin û keçên Êzîdî revandin. Hê jî bi hezaran keçên ciwan û jin ji aqûbeta wan ti agahîyek nayên girtin. Em bi hezaran Êzîdiyên ku di vê qirkirinê de, bibîr tînin, soza xwe ya rizgarkirina bi hezaran jin û keçên ciwan ên Êzîdî yên hatine revandin, nû dikin.

‘Rêber Apo gotibû’

3’yê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê qirkirina Êzîdiyan pêk anî. Hêzên ku ji bo parastina Êzîdiyan erkdar bûn, li ber vê êrîşa qirer erka xwe bi cih neanîn. Êzîdî bi pencên qirkirinê re rû bi rû hiştin. Rêber Apo berî êrîşa DAÎŞ’ê demeke kin, diyar kiribû ku dibe êrîşî Êzîdiyan bê kirin, perspektîfa parastina Êzîdiyan dabûn. Li ser vê komeke gerîla ya ji 12 kesî ber bi Şengalê ketibûn rê. Hinek ji vê koma gerîla, ji aliyê PDK a li Şengalê ve hatibûn girtin. Gerîlayên din jî, di êrîşa DAÎŞ’ê demek kin de, li Şengalê nûqteyên stratejîk girtibûn, pêşiya temamî qirkirina Êzîdiyan girtibûn. Ne tenê bi temamî Êzîdî ji qirkirinê rizgar kiribûn, wê demê rûmeta Iraq û PDK a li Şengalê jî hebûn rizgar kiribû; pêşiya wê girtin ku nekevin bi barekî giran.

Mafê herî bingehîn e

12 gerîlayan li gel ciwanên Êzîdî bi ruhê Derwêşê Evdî ev êrîş têk bir. Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. Encama ku ji vê yekê bê derketin, ji ber ku Êzîdî ne xwedî erkaxweparastin û xwerêberiyê bûn, ev êrîşa qirker pêk hat. Di vî warî de Fermana 74’an nîşan da ku xweparastin û xwerêveberiya Êzîdiyan mafê herî bingehîne, radixe ber çavan. Nebûna xwerêveberî û xweparastinê ya Êzîdiyan, bêmafiyeke herî mezin e, berî her tiştî jî bêwijdanî ye. Ev êrîşa qirker û firotina bi hezaran jinên Êzîdî ya li sûkên koleyan, hemû mirovahî kiriye deyndarê Êzîdiyan. Ev deyn jî bi nasîna xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan pêkan dibe.

Girîng e lê ne bes e

Parlementoyên Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê, êrîşa 3’yê Tebaxê ya DAÎŞ’ê û qetlîam pêk anî, weke qirkirin qebûl kirin. Ev biryar girîng in. Lê divê bêjin ku kêmanî jî heye. Divê ji bo carekî din ferman û qirkirin pêk neyên çi bê kirin? Divê ya girîng bersiva vê pirsê bê dayîn. Di vî warî de yên ku ev biryar girtine, ji bo xweseriya Êzîdiyan divê kar bikin. Ev ramana siyasî ya xweser divê bê ku ferq û cudahî bixe nava eşîret û cudabûnê, divê xweseriya hemû Êzîdiyan hebe. Heta divê ji bo vê xweseriyê nûnerên ji gel û baweriyên din jî hebin. Lê ya esas sîstemeke demokratîk azadiya bawerî û rêveberiya xweser a Êzîdiyan pêk bîne hebe.

Hê jî hinek hêz vîna Êzîdiyan nas nakin û dixwazin li ser wana dîsa bibin desthilat û serwer. Ev bêwijdanî û bêexlaqî ye. Divê li ser Êzîdiyan ne karekî siyasî, ne jî li ser wan otorîteriyek bê sepandin. Êzîdî dewletê naxwazin, naxwazin bibin desthilat jî; sîstemekî xweser a rêbazên demokratîk lê hene dixwaze. Êzîdxaneke wiha li Iraqê û Başûr Kurdistanê rûmetê bide qezençkirin.

Êzîdî xwedî li Rêber Apo derdikevin

Bila tu kes nebêje ku Êzîdî çima hez ji Rêber Apo dike, hezkirinekî taybet a wan a ji bo gerîla heye. Rêber Apo di tevahî têkoşîna siyasî de xwestiye ku nasname û baweriya Êzîdiyan azad be. Li ser vê bingehê xizmetên mezin ji bo Êzîdiyan kiriye. Ji bo pêşdarazên li hember Êzîdiyan bide şikandin, kedekî mezin daye. Berî fermana 73-74’an PKK di mijara parastina Êzîdiyan de hişyar kiribû. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG/YJA Starê hem ji qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa ji roja şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara Şengalê çûbûn, li dijî DAÎŞ’ê xwe kiribûn bend. Êzîdî wê hez ji Rêber Apo yê xwedî hişmendî nêzîkatiyeke wiha bikin. Wê girêdayî Rêbertiyeke wiha bin. Wijdan û wekhevî vê dixwaze. Ji ber ku Êzîdî xwedî wijdan in, xwedî li Rêber Apo derdikevin.

Ciwanên Êzîdî Şengalê diparêzin

Gerîla li dijî DAÎŞ’ê sekinî, gelek şehîd da, Êzîdî parastin. Bi sedhezaran ji qirkirina DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xwedîderketin û hezkirina gerîla, pêwîstiya edaletbûnê ye. Ji bo vê bila kes nebêjin çima Êzîdî hez ji gerîla dikin. Ji xwe vê heskirin û girêdanê nîşan neke, şaş e.

Gerîla pişî ku Şengal rizgar kir, di warê leşkerî de ciwanên Êzîdî perwerde kir û şûnde, ji Şengalê vekişiyan. Êdî ciwanên Êzîdî Şengalê diparêzin. Meclîsên xwe jî bi xwe birêve dibin. Li şûna ku her kes ji vê yekê spasdar û memnûn be, ji ber zextên dewleta Tirk a pêşengê dijminê gelê Kurd e, neqebûlkirina xwerêberî û xweseriyê neheqî û bêwijdaniyeke dîrokî ye.

Di salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de, soz didin ku em ê ji her demê zêdetir xwedî li Êzîdiyan derkevin; di wê baweriyê de ne em ê tolhildana jinên Êzîdî li ser xeta azadiya jinê, bi gihandina xweseriya demokratîk a Şengalê bistînin; bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li Êzîdiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.” 

ANF/BEHDÎNAN