Elmanya di siyaseta xwe de ji dewleta Tirk kêm namîne. Li dozên li dijî siyasetvanên Kurd yeka din jî zêde bû. Doz der barê siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. (38) de ye. Parêzerê wî Bariş Yeşîl dibêje, “Mehkeme jî dizane doz siyasî ye.” Yeşîl diyar dike ku hukûmeta Merkel bi vê dozê diyariyekê dide dewleta Tirk.
Hukûmeta Elman der barê siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. de li gorî xala 129b ya qanûna ceza ya Elman hatiye vekirin. Gokmen Ç. 2 Çileyê li Frankfurtê hat girtin û li zindana Koblenzê tê ragirtin. Cara pêşî doza wî li 20 Cotmehê li dadgeha eyaleta Koblenzê pêk hat. Di dozê de eşere diyar dibe ku çawa karûbarên siyasî yên Kurdan tîne krîmînalîzekirin. Ji ber ku der barê wî de tê gotin, berpirsê PKK ê herêmê ye, welatiyan dibe festîvalên çandê yê kurd û wan beşdarî pîrozbahiyan dike.
Parêzer Bariş Yeşîl ji rojnameya me re peyivî û got, muwekîlê wî li Elmanyayê ji dayik bûye û mezin bûye, zanîngeh xwendiye û entegere bûye. Di nava şîddetê de cih negirtiye û tenê xebatên siyasî meşandiye.
Parêzer di navbera vê dozê û doza siyasetvanê Kurd Mezhar Turan de têkiliyê datîne û dibêje, herdu doz gelekî dişibin hevdu. Turan jî li Koblenzê tê mehkemekirin û gelek îddîayên di vê dozê de, di doza Gokmen de jî têne bikaranîn. Doza Mazhar Turan jî 18ʼê Tebaxê pêk hatibû û ji ber endametiya rêxistinê 2 sal û 6 meh ceza lê hatibû birrîn.
Yeşîl di dawiyê de dibêje, hukûmeta Elman bi van dozan dixwaze Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd krîmînalîze bike û biryara dadgeha Belçîka ya der barê PKK de bi bîr dixe ku dibêje “PKK ne rêxistineke terorîst, lê aliyekî şer e” û tevî vê yekê Elmanya ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re helwesta xwe ya siyasî naguherîne.
Doza Gokmen Ç. wê di 9ʼê Mijdarê de dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN