Ji bo elektrîka Reqayê dixebitin
În 29 Tîrmeh 2022 - 21:39
- Komîteyê dest bi xebatên têkildarî dabînkirina elektrîkê ji taxên bajêr re kir.
Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, di çarçoveya plansaziya îsal de, gelek projeyên têkildarî dabînkirina elektrîkê ji taxên Reqa re bi dawî kirin û niha jî dest bi projeyên nû kir.
Komîteyê dest bi xebatên têkildarî dabînkirina elektrîkê ji taxên bajêr re kir. Komîtê ji kolana Qîtar (Kolana Tirênê) a li aliyê bakurê Reqayê dest bi projeya xwe kir û heta Saziya Avê dewam kir.
Têkildarî mijarê hevserokê Komîteyê Hamid El-Lewaş got, "Komîte hewl dide elektrîkê ji taxên Reqayê re dabîn bike û dê li ser 4 qonaxan vê bike. "
Hamid El-Lewaş da zanîn ku rêjeya elektrîkê ya ku digihîje bajêr ji sedî 80`ê ye, lê rêjeya din mezintir e ji ber ku hejmara avahiyan lê pirttir e û hewcedariya wan bi navendên elektrîkê û transê heye.
Di dawiyê de El-Lewaş bang li xelkê herêmê kir da ku dema kabloyên elektrîkê hatin dizîn yan jî xirab bûn, wan agahdar bikin.
ANHA / REQA