Ji bo diyaloga navmala Kurd 

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 14 Hezîran 2021 - 05:58

  • Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê li Kurdistanê got, ew ne alîgirê tio partiyan e, tevî astengkirina jî ew ê hewldanên xwe yên ji bo diyaloga navmala Kurd dewam bike û xwest dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê vekişe.

Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê li Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî astengiyên li Hewlêrê da û diyar kir ku ew ti partiyeke Kurd temsîl nakin, ew "înternasyonalîst" in. Delegasyonê xwest dewleta Tirk ji herêmê vekişe. Elmanyayê jî komeke ji 27 kesan a delegasyonê, bi awayekî nehiqûqî asteng kir. Ev jî bû skandaleke navxweyî li Elmanyayê. 

Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê ya li Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Bi navê heyeteke ji her deverên Ewrûpayê, em ji bo aştî û azadiyê hatin Kurdistanê."

Ji 14 welatan 150 kes

Delegasyonê diyar kir ku weke siyasetvan, akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan, sendîkavan, rojnamevan, femînîst û ekolojîstên ji 14 welatan, ji bo, çavdêriyê li rewşê bikin, ji bo dawî li şer û hilweşandinê bînin, wan xwest rabin ser piyan û wiha dewam kir: "Bi 150 kesî me xwest ku tevkariyê li diyaloga navbera aktorên siyasî yên Kurd bikin, diyalogê bi parlamenterên hemû partiyan re çêkin û serdana saziyên civakî yên sivîl bikin.
Dagirkeriya artêşa Tirk, binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye û bêguman nayê qebûlkirin. Cihê xemgîniyê ye ku civaka navneteweyî di vê mijarê de bêdeng e, xemsar e û ji bo Tirkiye li gorî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mafên mirovan tevbigere, gavekê naavêje."

25 kes hatin dersînorkirin 17 kes hatin astengkirin

Delegasyonê diyar kir ku heyeta rêveberiya Kurd li pêşiya diyaloga wan a bi aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re bûye asteng û got, "Saziyên ku me plan dikir serdana wan bikin, hatin tepisandin û xwe ji civînên bi me re vekişandin. Beşeke mezin a heyetê nekarî bê Kurdistanê jî. Heta niha 25 kes hatin dersînorkirin, yan jî li ber dersînorkirinê ne. Her wiha li balafirgeha Dusseldorfê ya Elmanyayê herî kêm 17 kes hatin astengkirin."

Ne li dijê ti partiya Kurd e

Delegasyonê destnîşan kir ku sedema hiqûqî ya astengiyan û dersînorkirinan nîne, "Ti sedemeke rewa ya vê zexta li me tê kirin nîne. Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û komên etnîk û olî yên li Kurdistanê re em li vir in. Em înternasyonalîstin û ti partiyeke Kurd yan jî tevgereke siyasî temsîl nakin. Em li dij in ku Kurdistan ji aliyê dewletên derve ve bê mêhtingehkirin. Em ne ji bo wê yekê li vir in ku li ber partiyeke Kurd rabin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Daxwaza me ya bi lez ew e ku Kurd hemû di vê mijarê de hişyar bin, diyalogê bikin. Divê çareseriyeke siyasî bê peydakirin û helwêst li dijî gefên ji derve bê nîşandan."
Heyetê ev daxwaz kirin:
- Endamên heyetê yên hatine girtin, yan jî dersînorkirin hemû bên berdan û destûra wan bê dayin ku tevlî yên mayî bibin.
- Aktorên siyasî yên Kurd hemû diyalogê bi hev re bikin.
- Em bang li saziyên mirovî û siyasî yên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin çareseriyeke aştiyane. Artêşa dewleta Tirk divê tavilê ji herêmê vekişe.

Dewleta Elman jî dibe çete

Seroka koma parlamena Hamburgê ya Partiya Çep (Die Linke) Cansu Ozdemir, şemiyê xwest bi beşek ji heyetê re ji balefirgeha Dusseldorfê biçe Hewlêrê. Lê polêsê Elman kom bi hinceteke dijqanûnî, kom asteng kir û nehişt biçe Hewlêrê. Polêsê federal di heman demê de îfadeya Cansu Ozdemir girt, guh neda mafên wê yên parlamenteriyê jî. Polêsê federal pasaportên endamên komê ji wan stendin û bi saetan îfadeyên wan girtin. 
Polêsê federal bi îdîaya kom "îmaja hikûmeta federal wê derveyî welêt xira bike" endamêîn şandeyê astengkirin. Polês wekî din derew kir ji çapemeniyê re û îdîa kir ku Cansu Ozdemir ji wan re negotiye ew parlamenter e. Cansu Ozdemir got, piştî ku parêzerên wê israr gotin ew parlamenter e, hîna nû polêsê federal kontrol kiriye, ka ew parlamenter e yan an. Cansu Ozdemir got, bi saetan bêyî ku guh bidin statuya wê ya parlamenteriyê, ew li odeyeke bê pencere hatiye ragirtin.

Seroka parlamena Hamburgê Carola Veit a ji SPD, helwêsta polêsê federal weke "gelekî ecêb" bi nav kir. Wê got, gelekî muhtemel e ku miameleya polêsan hiqûq binpê kiribe. Wê got, ew ê ji bo safîkirina meseleyê pê dakeve. Hem li gorî destûra Federal û hem jî li gorî destûra Hamburgê, hem girtin û hem astengkirina parlamenteran sûc e. 

Rêveberiya partiya Çep jî bang li hikûmeta federal û wezareta karê derve kir ku bûyerê lêbikole û ronî bike. Wê got, nabe ku meqamên Elmanyay federal bibin destik û maşikên Erdoganî li Elmanyayê. 

Parlamenterê parlamena Berlînê Hakan Taş jî pêr li Hewlêrê 15 saeta hat ragirtin. Piştî berdana xwe Taş got, miameleya xirab pê re hatiye kirin û piştî hatiye berdan jî, ew hatiye şopandin.

Sê rojnamevan hatin girtin

Li aliyê din 3 kesên di komê de yên ku rojnamevan bûn, karîn li balefirê siwar bibin, lê li Hewlêrê hêzên PDK´ê ew girtin. Lil gorî daxuyaniya Yekîtiya Rojnamevanên Elman (dju) hêzên ewlekariyê li Hewlêrê 3 rojnamevanên Elman girtine. dju´yê da zanîn ku sedema girtina rojnamevanan nediyar e. 

Şandeyê Aşitiyê dersînor kirin

Şandeya Aştiyê ku ji Elmanyayê ji bo dîyaloga aştiyê û li dijî dagirkerîya Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdîstanê, çûbû Hewlêrê. Piştî ku endamên şandeyê hatin girtin, doh hatin dersînorkirin. 

Şandeya aştiyê pêr ji Elmanyayê çûbû Hewlêrê. Hat dîyarkirin ku endamên şandeyê dersînorê Frankfurtê hatine kirin. Endamên Şandeya Aştiyê yên xwe weke, “Aktîvîstên Aştiyê” bi nav dikin, doh bi destê PDK’ê hatin dersînorkirin. Di nava şandeyê de siyasetvanên Kurd, parêzvanên mafê mirovan, jîngehparêz û înternasyonalîst jî hebûn. Kurdistaniyên li Ewrûpayê şande li Frankfurtê pêşwazî kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku Şandeya Aştiyê, derbarê pêkanînên PDK’ê û dagirkeriya Tirk de, li balafirgeha Franfurtê daxûyanîyekê bide çapemeniyê. 

Dostan asteng nekin

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser astengkirina komîn aştiyê û dostên Kurdan bi destê PDK´ê, daxuyaniyek da. KNK´ê got, "Ev nêzî 50 roj e ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. 

Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê Kurd, li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku hinek dostên gelê Kurd çûne Başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedîderketina li gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.

Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê, van dostan asteng dikin û nahêlin rehet karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe van dostan  reş dikin û wan weke çalakvanên dijî asayîşa herêmê didin nîşan. Ev îdîa bi tevahî dûrî rastiyê ne û ne li xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê Kurd çûne wê derê."

KNK´ê got, ev kes dostên gelê Kurd in û wiha dewam kir: "Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê Kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên Kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê nêtê, bi vê helwêstê hatine Kurdistanê. Ew mêhavanên ezîz ên Kurdistanê ne.

Bi vê munasebetê, em bang li hikûmet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

Em bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê Başûrê Kurdistanê dikin da ku van dostan bikin mêvan û xwedî li wan derkevin."

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.