Ji bo ciwanan dibe hêvî

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:21

  • Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar, di salvegera yekê ya damezirandina xwe de, mekanê xwe vekir.

DÎLAN KARACADAG / HANAU

Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar, di salvegera yekê ya damezirandina xwe de, mekanê xwe vekir. Ji bilî malbatê, şaredarê Hanauyê Claus Kaminsky, gelek siyasetvan û hunermend di merasîma vekirina mekanê Înîsiyastîfê de amade bûn. Damezrênera Însiyatîfê, dayika Ferhat Unvarî, Serpîl Temiz Unvar got, “Kurê min gava diçû dibistanê, gelek zehmetî kişandin; nijadperestî lê hat kirin. Kurê min wê venegere, lê ji bo ku ev pirsgirêk neyên serê zarokên din, min ev înîsiyatîf damezrand.”

Li bajarê Elmanyayê Hanauyê, 19´ê Sibata 2020´an di êrişeke nijadperestekî Elman de 9 mirov hatin qetilkirin. Yek ji wan jî kurê Serpîl Temiz Unvarê, Ferhat Unvar bû. Serpîl Temiz Unvar ji ber wê gotibû, “Bila kurê min belesebeb nemiribe…” û wisa ev înîsiyatîf par damezrandibû. Piştî bi salekê jî yekşema bihurê mekanê înîsiyastîfê bi merasîmekê hat vekirin. 

Di axaftina destpêkê de Serpîl Temiz Unvar got, “Êdî wext e ku em hin tiştan biguherînin. Ez dixwazim ku ev înîsiyatîf ne tenê ji bo zarokan û şagirtên dibistanê bibe rohniyek, hêviyek, lê belê her wiha ji bo malbatan jî bibe hêviyek.”