Ji bo cezayê pere bi êşkencê qetil kirin
Duşem 27 Îlon 2021 - 02:00
- Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, roja 22’yê Îlonê Emîr Hisên Hatemî (23) yê ji Sîrwan a ser bi Îlamê, di hepsa Feşfuye ya li Tehranê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.
Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, roja 22’yê Îlonê Emîr Hisên Hatemî (23) yê ji Sîrwan a ser bi Îlamê, di hepsa Feşfuye ya li Tehranê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. Yekî ji xizmên wî ciwanî ji Tora Mafê Mirov a Kurdistanê re gotiye, “Beriya deh rojan Emîr Hisên ji bo wergirtina wesayîta bavê xwe çû navendeke polêsan li Tehranê. Li navenda polên ji ber dosyayeke kevin a cezayê pere, wî dixin nezaretê û dişînin hepsa Feşfuye.”
Emîr Hisên şeva 21’ê Îlonê bi rêya telefonê ji bavê xwere gotiye, di hepsê de êşkenceyeke giran li wî kirine û wê wî bişînin nexweşxaneyê.
Piştî bi rojekê jî berpirsên hepsê bi telefonê xebera mirinê radigihînin malbatê.
Malbatê piştî xwepêşandana pêr, cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo veşartinê şand gundê Lerênî yê bajarê Sîrwanê.
ÎLAM