Ji bo çete bişêlînin dixebitin

Duşem 20 Îlon 2021 - 01:10

NY’yê got, di Tebaxê de dagirkeran 3 hezar 500 kes ji Efrînê kirine der, lê ENKS hewl dide xelkê vegerîne nava agir. Kesên ku bi ENKS´ê dixapin û vedigerin, tên revandin, fîdyeyê didin û ji bo milkên xwe jî xeracê didin.  

ENKS´ê beriya çendekê malavahiya dagirkerên Efrînê kir. Qaşo, bi îdîaya ENKS´ê 770 malbat bi hewldanên wê ji Tîrmehê ve vegeriyane Efrînê. Bi çi şertan di halekî çawa de vegeiryane û çi hatiye serê wan ji bo ENKS´ê ne muhim e. Lê tenê di meha Tebaxê de li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) dagirkeran 3 hezar 500 kes ji Efrînê bi darê zorê kirine der. Kesên ku vedigerin jî dagirker wan direvînin û fîdye ji wan distînin. Kesê vegerin ser milkê xwe jî neçar tên hiştin xeracê bidin. Mirov bivê nevê dipirse, “Gelo çeteyên dagirker û ENKS´ê ji bo vegerandina hin Kurdan li hev kir da ku wan bişelînin?”

Ev demeke ENKS bi hevkariya îtîlafê û dagirkerên Efrînê, propagandayê dike da ku Şehbayê ji berxwedêran vala bike. Berxwedêrên Efrînê û xelkê Efrînê yê niha li Şehbayê, bi biryar e ku bi garantiyên navneteweyî, bi bidawîkirina dagirkeriyê ew ê vegerin ser erdên xwe.

Jixwe xwe dûrî erdên xwe jî nekirine. Li Şehbayê ne û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê dewam dikin. 

Rayedarên ENKS´ê hefteya bihurî malavahiya dagirkeran kir ji ber ku destûra vegera hinan ji koçberan daye. Rayedarên ENKS´ê tevî ku ti garantiyên hiqûqî nînin jî hewl didin xelkê vegerînin Efrînê. Gelek ji wan tên revandin ji bo ku çeteyên dagirker fîdyeyê ji malbatên wan bistînin.

Di mehekê de 3500 Efrînî dikin der

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Insanî (OCHA) beriya hefteyekê da zanîn ku di meha Tebaxê de 3 hezar û 500 kes bi darê zorê hatine koçberkirin. Rapora Rewşê ya hejmar 30, behsa rewşa xirab bi giştî ya li deverên dagirkirî jî kir. Yanî ENKS´ê malavahiya wan dagirkeran kir ku tenê di Tebaxê de 3 hezar û 500 kes ji Efrînê bi zorê kirin der û 770 malbat ji Tîrmehê ve hewandin. 

Ji rayedarên ENKS Beşar Emîn ne ku tenê malavahiya dagirkeran kir, wî her wiha êrişê berxwedêran jî kir ku doza garantiyên navneteweyî û bidawîbûna dagirkeriyê dikin.

ENKS çima malaviya qatilan dike?

Meha Tîrmehê ya ku ENKS´ê dest bi kampanyaya xwe ya şikandina berxwedanê kir, ji wan meahn bû ku revandina welatiyan her dewam kir û milkê wan hat desteserkirin. Berdevkê Rêxistina Mafê Mirova a Efrînê Ibrahîm Şêxo got, tenê di meha Tîrmehê de ew bi 37 welatiyên Kurd ên li Efrînê dagirkeran ew revandiye, ilam bûne. Îsal heta niha li gorî daneyên heman rêxistinê, dagirkeran 487 kes revandine, ji van 22 zarokên keç in. Dagirkeran 43 kes jî qetil kirin ji van 15 zarokên keç in û 12´ên din jî jin in. 

Milkên xelkê didin bi kirê

Di heman demê de tenê di Tîrmehê de 21 mal û dikan (milk) bi hincetên cihê hatin desteserkirin û ji xwediyên wan ên Kurd hatin standin.

Ev jî mijareke esasî ya dagirkeriyê ye. Berdevkê Rêxistina Mirovan a Efrînê-Sûriyl Ibrahim Şêxo beriya 3 rojan got, “Çeteyan îsal 250 xanî desteser kirin û firotin hevdu. Kesên ku xaniyên wan hatin desteserkirin jî neçar man kirê bidin.” Wî behsa nimûneya gundekî jî wiha kir: “Çeteyan li gundê Efrînê Tirindê 10 ma desteser kirin, ew xanî bi dilê xwe firotin û welatî nikarin li dijî wan tiştekî bikin.” 

Serê şexs 5 ta 15 hezar dolar

Ibrahim Şêxo wekî din da zanîn ku kesên li ser bang û propagandaya ENKS´ê vedigerin Efrînê tên revandin û ji malbatên wan 5-15 hezar dolar fîdye tê xwestin. Ji bo vegerandina mal û milkê xelkê jî çete xeracê ji Efrîniyan distînin.

Ev agahî jî dikin ku mirov bivê nevê bipirse: Gelo dagirkeran û ENKS´ê li hev kiriye ji bo ku Efrînî vegerin da ku karibin fîdye û xeracê ji wan bistînin?

Dewleta Tirk 3 kes ji Mabata revandin

Çeteyên Cebhe El-Şamiyê û Lîwa Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk di çend rojên bihurî de 3 kes ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin. 
Çavkaniyên ji kantonê dibêjin, van çeteyan welatiyê bi navê Xerîb Ismaîl Hesen ê ji gundê Xelnêrê yê Mabatayê, cara duyemîn e ku li ser benda kontrolê ya gundê Kefercenê dema ku vedigere mala xwe direvînin.
Li aliyê din çeteyên Lîwa Siqûr El-Şemal êrişî gundê Gemrokê yê Mabata kirin û Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.