Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, bi êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Di 16’ê Tebaxa 2021’an de jî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Herwiha 17’ê Tebaxa heman salê jî dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Sikêniyê bombebaran kir û di encamê de 8 kes şehîd bûn.
Ji bo bibîranîna cangoriyên Şengal û Êzdîxanê gelek çalakiyên cuda tên lidarxistin. Bi heman armancê ciwanê Êzîdî yê bi navê Waet Îbrahîm ê ji komelgeha Sîba Şêx Xidir, dest bi meşa dirêj kiriye.
Waet pêr ber bi baxçeyê Mam Zekî yê li geliyê Şilo ku Mam Zekî lê hatibû hedefgirtin meşiya. Her wiha di rêya gundê Barê re ber bi Xanesorê bi rêket û piştre jî wê serdana goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li serê Çiyayê Şengalê bike.
Meşa Waet li Sûka kevin a Şengalê ku fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen di 16’ê Tebaxa 2021’ê de lê şehîd bû dewam dike. Çalakiya Waet wê li Naxweşxaneya Sikêniyê bi dawî dibe.
Waet derbarê meşa xwe de got;“Ez ê berê xwe bidim goristanên şehîdan û wana bi bi bîr bînim. Ji ber ku wan şehîdan ji bo me kedeke mezin dane, taybet jî Mam Zekî. Ji ber ku bi saya van şehîdan em hene û ên ku di ber vê axê de canê xwe dan, ev şehîd bûn.”
ROJNEWS/ŞENGAL