Ji bo berxwedan û rizgarkirinê yekhelwêstî

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • “Li hember dijminê gelê Sûriyê, divê em helwêsta xwe bikin yek”.

Partiyên siyasî yên Efrînê li dijî êriş û gefên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê, daxuyaniyek da û ev bang kir: “Li hember dijminê gelê Sûriyê, divê em helwêsta xwe bikin yek”.

Bi dehan endamên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê civiyan û daxuyaniyek dan raya giştî. 

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Efrînê û serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Siberojê a Efrîn û Şehbayê, Elî Selamê, daxuyanî xwnedin.

Partiyan bal bire ser siyasetên înkarkirin û çewisandinê yên dewleta Tirk a dagirker û kiriyarên wê yên li dijî îradeya xelkê Sûriyê.

Di dewamê de wan got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê, hêviyên gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike: “Bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, wekî partiyên siyasî yên herêma Efrînê, me hay ji wê tehlûkeya êrişa dewleta Tirk a hov heye. Tecrûbeya êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku tê de her cûre çek, her wiha yên qedexekirî jî bi kar anîn û dagirkirina wan bajaran, li pêş çavên me ye. Ji lewre, wekî hêzên siyasî li hember dijminê gelê Sûriyê bi giştî û dijminê gelê Kurd bi taybetî, xwedî yek helwêstê bin da ku em li pêş xeterên muhtemel bisekinin û welatê xwe ji dagirkeriyên nû dûr bixin. Her wiha da ku bi hev re em her bihosteke axa xwe ya dagirkirî ji dagirkeriya Tirk a faşîst, rizgar bikin.”

Bêdeng nebin agirkeriyê asteng bikin

Partiyan, helwesta hêzên navneteweyî wekî cihê metirsiyê ji xelkê herêmê re hesiband, bêdengiya wan rûreş kir û got, “Ev gef wê aştî û ewlehiya navneteweyî bixe xeterê, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rê dide rêxistinên terorîst ku li cografiya Sûriyê belav bibin.”

Partiyan bang li civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî kir da ku zextê li dewleta Tirk bikin û rê li ber pêkanîna gefên wê bigirin.

Wan her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya NY´yê kir da ku bi awayekî lezgîn endamên xwe bicivîne û milên xwe bixe bin berpirsiyariyên parastina herêmên me û pêkanîna biryara 2254’an a navneteweyî.

ANF/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.