- Zikrî Zêbarî: Xelkê Başûr ji vê hevdîtinê nerazî ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberekî Kurd ji bo berjewendiyên partiyekê yan jî Tirkiyeyê bi Erdogan û MÎT’a Tirk re danûstandinan bike.
Ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Omer Akin bi parlamenterê YNK´ê Zikrî Zêbarî re li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan peyiviye. Di nirxandina xwe de Zêbarî gotiye, her hevdîtineke bê xebera wan hevdîtineke ne fermî ye, yanî hevdîtinên serokê herêmê bi rayedarên Tirk re li gorî wî ne fermî ne.
Zikrî Zêbarî balê dibe ser hevdîtina 12´ê Adarê ya li Entalyayê Barzanî bi Erdogan re kir. Naveroka hevdîtinê nehatibû eşkerekirin. Hingê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de çûbû Antalyayê, tevî şandeya xwe li gel şandeya Erdogan ku Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) a Tirk Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokomar Fuat Oktay rûnişt û civîn li dar xist. Kesên beşdarî civînê bûn, civîn weke amadekariyên Tirkiyê yên ji bo operasyoneke nû ya derveyî sînor şirove kirin.
Nerazîbûn zêde ne
Axir, nerazîbûnên ji vê civînê, bi awayekî heq zêde bûn. Lewma îdîa ew bû ku di hevdîtinê de li ser operasyona leşkerî ya li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Herêma Xweser a Şengalê û Herêma Behdînanê lihevkirin pêk hatiye. Li cihê civîn hat lidarxistin, ala Kurdistanê nebû û ev yek weke nihêrîna Tirkiyê ya li malbata Barzanî jî hat şirovekirin.
Ne li ser navê gelê Başûr e!
Di nûçeya Omer Akin de, em dibînin ku şirîkên hikûmeta Hewlêrê jî ji hevdîtinên yekalî nerehet in.
Parlamenterê Yekîtîy Niştimanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî, hevdîtina Barzanî û Erdogan nirxand. Zêbarî hevdîtinê wek “zeximkirina hevkariyê” pênase kir û got, “Bi vê hevdîtinê Tirkiye dixwaze bandora xwe li ser Başûr û her wiha bi pey re jî li ser Mûsil û Kerkûkê çêke.
Armanca Tirkiyê ev e. Ev hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan ne li ser navê gelê Başûr hatiye kirin. Hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hevdîtinek nefermî ye. Heke li ser navê Başûr bihata kirin, wê her du cihgirên Serokê Herêma Kurdistanê li wir bûna.
Cihgirek ji Tevgera Gorran e, cihgirek jî ji YNK’ê ye. Lê di vê hevdîtinê de her du cihgir jî nebûn. Lewma ez vê hevdîtinê wek hevdîtineke li ser navê grûpekê, dibînim.”
Ka ala Herêmê?
Zêbarî bal bire ser wê yekê ku Tirkiye di warê siyasî de Herêma Kurdistanê nas nake û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê di civînê de ala Kurdistanê li pişt serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatibû bicihkirin. Heke Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê nas bikira, dijminatiya wê nedikir. Dema ku başûrê Kurdistanê nas bike, ji bo berjewendiyên xwe nas dike. Dizane kengê dixwaze bazirganiyê bike yan jî kengê dixwaze Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdên beşên din bi kar bîne, nas dike.”
Başûr nerazî ye
Zêbarî dibêje, dewleta Tirk hewl dide li Herêma Kurdistanê tevliheviyê çêke, bandora xwe zêde bike û Kurdan bixe nav “şerê xwekujiyê”:
"Tirkiye bi salan e axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi hezaran mirov neçar man koç bikin û bi sedan welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Lewma xelkê Başûr ji vê hevdîtinê nerazî ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberekî Kurd ji bo berjewendiyên partiyekê yan jî Tirkiyeyê bi Erdogan û MÎT’a Tirk re danûstandinan bike. Ji ber ku Tirkiye heta niha li berjewendiyên gelê Başûr nefikiriye, tenê li berjewendiyên xwe fikiriye. Ji ber vê yekê gelê Başûr ji vê hevdîtinê qet nerazî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN