‘Ji bo Azadiyê’ li Kurdistanê serbest e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:09

  • Filma “Ji bo Azadiyê” ku di Festîvala Navnetewî ya Filman a Silêmanî ya 5´an de hat astengkirin, niha bi rêya întenetê xwe digihîne temaşevanan.

Filma “Ji bo Azadiyê” ku di Festîvala Navnetewî ya Filman a Silêmanî ya 5´an de hat astengkirin, niha bi rêya întenetê xwe digihîne temaşevanan.

Di Festîvala Navneteweyî ya Filman a Silêmanî de, amadekarên festîvalê bi şêwazeke fermî filma “Ji bo Azadiyê” vexwendibû, lê dema festîvalê dest pê kir, amadekarên festîvalê rê nedan ku film bê nîşandan. Vê yekê nerazîbûneke mezin bi xwe re anî û heta tê gotin, dewleta Tirk dest werdaye da ku film di festîvalê de neyê nîşandan.

Li ser daxwaza hejmareke zêde ya welatiyan, Şirketa Komîna Film a Rojava bi şêwazeke fermî ragihand ku ew ê bi qasê heftiyekê li ser înternet filmê biweşîne. Niha temaşevan dikarin bi rêya lînka li jêr li filmê temaşe bikin. Film, li Kurdistanê bi jêrnivîsa Soranî, Tirkî û Erebî bi rêya înternetê tê nîşandan. Lînka wê li jêr e: 

https://vimeo.com/r/3pYk/elIxaDFDa3

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.