- Bi pêşengiya Radio Onda d'urto bi hezaran Îtaliyî diza azadiya Ocalan kir û ji ber tecrîdkirina wî dewleta Tirk şermezar kir. Wan her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan jî eşkere kir.
Di çalakiya Radio Onda d'urto ya li Îtalyayê de bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kom bûn.
Çalakiya ku li bajarê Brescia yê Îtalyayê ev 31 sal in bi rêk û pêk her sal Radio Onda d'urto organîze dike, îsal rojek ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên 18 rojan de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û parastina mafê serxwebûnê yê gelê Kurd rojeke taybet hate veqetandin. Çalakiya bi navê 'Dema hêviyê' ji aliyê Radio Onda d'urta û Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê li bajarokê Buffolora yê bajarê Bresciayê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û hem têkildarî pirsgirêka Kurd agahî wergirtin hem jî tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Zero Calcare jî li wir bû
Li qadê her wiha kon hate vedan û nivîskarê xêze romana 'Dema Hêviyê' ku qala jiyana Rêber Abdullah Ocalan dike û pirtûka 'Heta Şengalê rawestandin nîne' ya li ser komkujiya li Şengalê û jiyana Êzîdiyan a ku li Îtalyayê zêdeyî 300 hezar nusxe jê hatin firotin, Zero Calcare û nivîskarên pirtûka 'Çiyayê bi tenê' yê li ser xelkê Êzîdî Chiara Crucciati û Rojbîn Bêrîtan bûn mêvan. Bi carekê bi hezaran kes li dora kon civiyan û hevpeyvînê destpê kir.
Piştî nivîskaran, koma muzîkê ya rockê ya navdar a Îtalyayê “Gli Ultima” derkete ser dikê.
Ew ê têkoşînê xurt bikin
Berpirsyarê Buroya Înformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan li çalakiyê axivî û got, "29 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Rêber Apo û 3 hevalên wî li girtîgeha Îmraliyê ne û agahî ji wan nayê wergirtin. Weke gelê Kurd me her tim têkoşîna xwe dewam kir. Di dema nû de jî em ê vê têkoşînê dewam bikin. Em bang li dostên xwe yên Îtalyayê û her kesî dikin da ku di vê demê de ji bo Rêber Apo têbikoşin."
Nivîskarê Îtalî Zero Calcare jî çend beş ji parêznameyên Rêber Kurd Abdullah Ocalan xwendin. Calcare got, "Rêber Abdullah Ocalan rêberê gelekî ye û gelekî pê diêşim ku bi salan e girtî ye. Divê ew êdî azad bibe. Ji bo vê jî divê em piştgiriyê bidin gelê Kurd da ku têdikoşe."
Piştî axaftinan koma Punkreas a navdar a Îtalyayê OUNK û koma muzîkê ya rock Gli Ultima derketin ser dikê.
ANF / BRESCIA