Ji bo aştiyê tecrîda li ser Ocalan rakin

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:30

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Ciwanan, Kooperatîfa Jiyan di Meha Gulanê de bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Li Parka Hacîahmet a navçeya Beyogluyê civîna gel hat lidarxistin. 

Tecrîda li ser Ocalan rakin

Di çalakiyê de Hevserokê Stenbolê yê DEM Partiyê Mûrat Kalmaz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku sed sal in li Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin û anî ziman gelê Kurd li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan daye. Kalmaz got, “Tu kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ez dixwazim vê ji wan kesan re bibêjin ku plana tinekirina me dikin. Hûn ê winda bibin. Faşîzma AKP-MHP’ê wê ji holê rabe. Xeta aştiyê rakirina polîtîkayên tecrîdê ye. Beriya her tiştî divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Heta ku tecrîd û polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd bidome, li vî welatî kes nikare behsa aştiyê bike. Yên ku dixwazin aştiyê ava bikin divê pêşî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin. Divê pêvajoyeke nû ya muzakereyê bê destpêkirin û Ocalan weke îrade bê naskirin.”

Her kes bi zimanê xwe heye

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî got “Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî azad biaxive û bi baweriya xwe bijî. Dema ez li erdnîgariya me dinêrim li her derê şer tê qîrîn, hema bêje her roj mirov tên qetilkirin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bifikire ka em çawa dikarin welatê xwe ber bi rojên xweştir ve bibin."

Çi îşê we li Başûr heye?

Parlamenterê DEM Partiyê Ozgul Saki diyar kir ku aştî tê wateya têkoşîna ji bo jiyanek wekhev, azad û wiha axivî: “Ji ber vê jî têkoşîna aştiyê ne hêsan e, ji bo vê jî pêwîst e pêşî li şer bê girtin. Divê em ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin ka hûn li Somalî û Başûrê Kurdistanê çi dikin? Em dixwazin hemû baregehên leşkerî bên girtin û hemû operasyonên li ser sînor bi dawî bibin. Em ê li dijî qetilkirina rojnamegerên jin ên Kurd  têkoşîna xwe mezin bikin.”

Em Têkoşînê geş bikin

Ji Komunîst Kozê Îsmaîl Gurler herî dawî axivî, diyar kir ku ew li Haciahmet, Okmeydanî û Gaziyê bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne û banga mezinkirina têkoşînê kir.

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.