Ji bo aştiyê guhertineke bingehîn e
În 7 Adar 2025 - 03:25
Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî ya aştî û demokrasiyê kir, piştî wê jî PKK’ê agirbest ragihand û piştgirî da pêvajoya aştiyê. Mamosteyê dîroka nûjen ê Zanîngeha Damanhour a Misirê Dr. Mihemed Rifat El Îmam li ser vê mijarê axivî û got:"Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê têkoşerê siyasî û bîrmendê navneteweyî Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, di projeya aştiyê de guherîneke dîrokî ye. Di rastî de zîhniyeta şovenîst a tundrew a Tirk de astengiya herî sereke bû li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û ya ku ji rejîma Tirk tê hêvîkirin ew e ku gavên pratîk ên rast û durist biavêje. Têkoşer û bîrmend Abdullah Ocalan bi nermbûna projeya xwe ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn tê nasîn. Niha ew di wê baweriyê de ye ku şerê çekdarî rola xwe pêk aniye û banga rêyeke alternatîf a aştî û civaka demokratîk kir. Yek ji ramanên nerm ên Abdullah Ocalan ew e ku civaka demokratîk pêşniyar kir. Bi vê yekê ramiyarê pispor Abdullah Ocalan avakirina dewleteke neteweyî ya Kurd, federasyon an jî otonomî red kir. Jixwe di navbera rêbaza neteweya demokratîk û civaka demokratîk de tu cudahî tune, ev konsept piştgirîya hevkariya di navbera pêkhateyên cuda yên etnîk û olî de dike, bêyî ku statu yan pergalên cudaxwaz bêne avakirin. "
Divê destûr were guhertin
El Îmam der barê der barê helwestên dewleta Tirk de metirsiya xwe anî ziman:"Bi îhtîmaleke mezin û li gorî tecrubeyên dîrokî yên berê, dewleta kûr wê bibe sedema têkçûna vê însiyatîfa aştiyane, bi taybetî ku destûra niha ya Tirkiyeyê li ser bingeha hizra neteweperestiya Tirkan hatiye danîn û bingeha dewletê ye, ev tê wê wateyê ku her guhertineke destûrê dikare bi tundî ji aliyê tevgera îslamî û hereketa neteweperest ve were astengkirin. Guman nîne ku ji bo banga Abdullah Ocalan a aştiyê pêdivî bi guhertina destûra Tirkiyeyê heye ku mafên Kurdan biçesipîne, wek mînak bikaranîna zimanê kurdî di perwerde û medyaya fermî de, vekirina qada siyasî bo partiyên kurdî ji bo beşdarbûna siyasî û ev partî bi tawanên terorîzmê neyên girtin, her wiha formuleke herêmî were avakirin ku Kurd bêyî ku ji dewletê cuda bibin, xwe bi rê ve bibin.”
ANHA