Ji bo 8’ê Adarê em ê herin qadan

Çarşem 5 Adar 2025 - 02:55

Jinên ku di beşên cuda de dixebitin diyar kirin ku keda jinê tê paşguhkirin û îstîsmarkirin û ji bo dawî li vê îstîsmarê bê divê rêxistinbûna jinan bê berfirehkirin. Jinan gotin ew ê ji bo 8’ê Adarê hertin qadan.

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re me pirs kir ku jinên bi keda xwe ya ji nedîtî ve tê, di her qadên civakê de diafirînin vê roja taybet çawa pêşwazî dikin. Jinên ku li malê, li zeviyan, li kargeh û li gelek qadên din dixebitin, balê dikişînin ser zehmetiyên di nava pergalê de pê rû bi rû dimînin û bêqîmetkirin û îstismarkirina keda wan. Jinan destnîşan kirin ku ji nedîtî ve anîna keda jinan ne tenê pirsgirêkek aborî ye, di heman demê de pirsgirêkek civakî û çandî ye û diyar kirin ku 8'ê Adarê ji bo wan ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja têkoşîn û hevgirtinê ye. Jinên ku dixwazin daxwazên xwe yên wekhevî û edaletê bilind bikin ji ber vê yekê bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û bi hev re dengê xwe bilind bikin.

Di vê beşa dosyaya xwe de em balê dikişînin ser têkoşîna kedê ya jinên di beşên cuda de dixebitin.

Divê mûçeyek jinên kedkar hebe

Xebatkara malê Bêrîvan Aktaş Ad diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo wê girîng e û got ku 8'ê Adarê ji bo jinan agirê yekemîn ê azadiyê bû. Berîvan Aktaş Ad, diyar kir ku têkoşîna jinan di dîrokê de îlham daye jinên din û ji ber vê yekê 8'ê Adarê rojek pir watedar e. Bêrîvan Aktaş Ad, zehmetiyên ku weke xebatkara malê ya jin dîtiye vegot û wiha got: “Ji aliyekî ve ez li zarokan dinêrim û westiyam.  Beramberî keda xwe em nagirin. Ez difikirim ku divê xelatek hebe. "Divê mûçeyek jinên kedkar hebe, bi kêmanî ji bo xwe li ser piyan bihêlin."

Ji bo 8’ê Adarê em ê herin qadê

Bêrîvan Aktaş Ad ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir û got: “Helbet ji bo 8'ê Adarê ez ê biçim qadê. Ez dixwazim her kes jî li wir be. Em hemû bi hev re ne. Ti feyde nîne ku em li wir bi tenê bin. Jin her tim tê îstîsmarkirin, mêr tim tundiyê li ser wê ferz dikin. Jin dema ku bibin yek hene. Jin, jiyan, azadî.”

Jin bêhtir tên çewisandin

Hanîfe Soysal a ku bi malbata xwe re firoşgehekê dide xebitandin, anî ziman ku jin di her tiştî de pir bi kelecan in û serketî ne, ji jiyana xwe mînak dan û wiha got: “Min berê di gelek serayan de xebat kir. Jin bi piranî di serayan de dixebitin. Helbet mêr jî dixebitin, lê li gorî min jin li qadan zêdetir bindest in. Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Divê êdî hemû jin mafên xwe biparêzin. Divê bi tu awayî zilm li wan neyê kirin."

Keda jinê nayê dîtin

Burcu Işik a ku berê di gelek sektoran de xebitî û ji ber ku zarokên wê hene niha li malê dixebite, diyar kir ku li Tirkiyeyê keda jinê nayê xelatkirin û got, “Keda jinê nayê dîtin. Tiştê ku jin bike tu berdêla madî û manewî nîne. Ji ber jin di civaka me de tên paşguhkirin.

8'ê Adarê roja têkoşîna mafên jinan e

Denîz Agaçhanli ya ku li Navenda Muzîkê ya Yol Sanat perwerdehiya saz dide û di atolyeyê de enstrumanên mînyaturê jî çêdike, diyar kir ku 8'ê Adarê roja têkoşîna ji bo mafên jinan e ku jinan bi dayîna berdêlên maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi ser ketine. 

Jin bi hêz in

Denîz Agaçhanli, anî ziman ku divê jin li pey xeyalên xwe bimeşin û got, "Em li kolanan in, li qadan in, em bi hêz in. Banga me ji jinan re di 8'ê Adarê de ew e ku bi têkoşîna xwe ya xurt li qadan mil bi mil li ber xwe bidin. Jin bi hêz in."

8’ê Adarê ji bo jinan bi nirx e

Ji perwerdekarên Navenda Muzîkê ya Yol Sanat a perwerdehiya sazê Tûgba Înan jî diyar kir ku 8'ê Adarê roja berxwedan û hewldana jinê ye û diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wê û hemû jinan gelekî bi nirx e. Tûgba Înan, diyar kir ku ew bi coş û kelecaneke mezin li benda pîrozkirina 8'ê Adarê ne û destnîşan kir ku keda jinan di nava sîstemê de cih nagire û tê tinekirin."

JINNEWS/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ / ÎZMÎR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.