Ji bin erdê hestiyên mirovan derdikevin

Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 02:15

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di karê kolandinê yê DEDAŞ’ê de hestiyên mirovan hate dîtin. 

Li taxa Dagkapi ya Cizîrê, Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo qebloyan li binê erdê bi cih bike, kêleka rê dikola. Di dema vê kolandinê de hestiyên mirovan hate dîtin.

Li ser vê yekê tîmên lêkolînkirina cihê bûyerê hestiyên hatin dîtin kom kirin û birin saziya tipa edlî. Hate ragihandin ku dozgeriyê têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

Cenaze nav xirbeyan de hiştin

Dewleta Tirk piştî ku 2’ê Adara 2016’an li Cizîr qedexeya derketina derve ragihand, bajêr xera kir, nehişt welatî cenazeyên xwe jî bibin. Gelek cenaze di bin xirbeyan de man û hê jî nehatine dîtin.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.