- Di roja 5’an a şerê dagirkeriyê yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê de şandeyên Rûsya û Ukraynayê li Belarûsê dest bi muzakereyan kirin.
Di roja 5’an a şerê dagirkeriyê yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê de şandeyên Rûsya û Ukraynayê li Belarûsê dest bi muzakereyan kirin. Muzakere li raya giştî girtî bi rê ve diçin, lê serokkomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy got, armanc ragihandina agirbesteke bi lezgînî ye. Şerê di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de di roja 6’an de ye. Ji xeynî Tirkiyê li her devera dinyayê biryarên cezakirina Rûsyayê hene.
Rûsyayê 24’ê Sibatê li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin. Şer li bajarên li peravên Derya Reş dijwar bûye. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 14’ê jê zarok 352 sivîl mirine. Ji xeynî Tirkiyeyê li her devera cîhanê derbarê aboriya Rûsyayê de biryarên cezakirinê hene.
Yekîtiya Ewrûpayê di dîrokê de cara ewil bi bihayê 450 milyon Euroyî çek, bi buhayê 50 milyon Euroyî sotemenî û gelek amûrên din ji Ukraynayê re wê bişîne. Di nava amûrên şer balafirên şer jî hene.
Li aliyê din, gava nûçeya me dihat amadekirin çav li rê bû ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî biryara pêşnûmeyê bi beşdariya 193 welatên endamê Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ser mijara Ukraynayê awarte bicive.
Rûs xwe hîna jî heq dibînin
Awir hemû li ser hevdîtin û muzakereyên Rûsya û Ukraynayê ne. Berdevkê Kremlînê, Dmîtry Peskov, diyar kir ku di hevdîtinên muzakereyan yên li Belarûsê de pozîsyon û daxwaz li raya giştî wê neyên eşkerekirin û hevdîtin bêdeng wê dewam bikin.
Peskov wekî din bal bire ser şandina sîlehan ji bo Ûkraynayê jî û got, ew peydakirina çekan wek bêîstîkrarî û tehlûke dibînin û YE li hemberî wan bi dijminatî tevdigere: “Ev rewş nîşan dide ku tevdîrên me yên bêçekkirina Ûkraynayê, heq in.”
Serokêdewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy beriya şandeyên Rûs û Ukraynayê li Belarûsê muzakere bikin, got: “Di muzakereyan de mijara sereke demildest agirbest e û divê yekîneyên Rûs ji Ukraynayê vekişin.”
Doh Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ragihand ku ji destpêka şerî ve 400 hezar penaber ji Ukraynayê gihiştine YE´yê. YE li bendê ye ku hejmara penaberan bi milyonan be. Li aliyê din YE´yê ji Ukraynayê xwest ji bo endamtiyê bi "lezgînî" miracaet bike.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî da zanîn ku hevkarên NATO’yê wê pergala parastina hewayî û çekên antîtank ji Ukraynayê re bişînin.
NAVENDA NÛÇEYAN