HPG’ê ji bo 3 gerîlayên ku bi hev re şehîd bûne, wiha got: “Hevrêyên me ji bo her xebatê ji derveyî serketinê tiştekî din qebûl nedikirin. Bi layiqî pêdiviyên wezîfe û berpisyariyên xwe yên demê bi cih anîn.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê Gerîlayên Azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyanî da û wiha got:“10’ê Adara 2023’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hevrêyên me yên hêja Alî Xebat, Rênas û Cesûr şehîd bûn. Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin û paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê weke alternatîf dîtin. Bi xwestek û hezkirineke mezin beşdarî têkoşîna me bûn. Di gelek qadan de beşdarî têkoşîna şoreşger bûn û ji bo siberoja azad a gelên me hewil dan. Hevrêyên me ji bo her xebatê ji derveyî serketinê tiştekî din qebûl nedikirin. Bi tempoyeke bêyî sekin têkoşiyan û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr bi van taybetmendiyên xwe bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Alî Xebat li Edeneyê di nava malbateke ji gelê Ereb (Nastûrî) de jidayîk bû. Sala 2009'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me jiyana PKK'ê weke rewşa şênber a azadiyê pênase kir, bi vê têgihiştinê wate tevlî her kêliya jiyanê kir. Ji dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir heta şehîd bû, qet nesekinî û meşeke şoreşgerî ya serketî meşand. 

Hevrêyê me Rênas li gundê Elî Kuleka yê Mûş Kopê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2016'an tevî refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas ku berê zewicî bû û zarokek wî hebû. Hevrêyê me Rênas ku hemû erkên girtiye ser milên xwe bi awayek serkeftî pêk anî, ji ber vê bû xwedî şêwazek xebatê ya dewlemend. 

Hevrêyê me Cesûr li navçeya Farqînê ya Amedê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2017'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me her roja li nava têkoşînê bi wate kir, bêteredût tevlî bû. Her kêliya li nava têkoşînê bi dilsoziya bi nirxên azadiyê jiya û hewl da xwe bigihîne kesayetiyeke Apoyî, heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Alî Xebat Botan (Erdînç Bolcal), li Edenê jidayîk bûye, 10’ê Adara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rênas Raperîn (Faîk Aydin), li Mûşê jidayîk bûye, 10’ê Adara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Cesûr Vedat Welat (Abdulmuttalîp Dogrûcû), li Amedê jidayîk bûye, 10’ê Adara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN