Ji berxwedana xwe tawîz neda

Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:45

HPG-NRÇ'ê gerîlayê ku li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû bi hurmet bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Hevrêyê me Denîz Gezmîş li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê ji êrîşa dijmin a kîmyewî bandor bû, ku lê milîtaniya Apoyî ya fedayî, gerîlatiya serdema nû û taktîkên dewlemend xwe gihande astên herî bilind û dîrok hatiye nivîsandin. Demekê tedawî dît û têkoşîneke jiyanê ya xurt da meşandin. Lê belê tevî hemû hewldanan jî di 29’ê Adara 2025’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Denîz ê ku weke milîtanekî fedaî yê têkoşîna azadiya gelê me tevdigeriya, ji bo azadiya gelê me bê dudilî li ber xwe da. Hevrêyê me Denîz milîtanekî fedaî yê Apoyî yê wisa bû ku hemû kêliyên jiyana xwe serkeftinên mezin tije kirin û bi tevlîbûna xwe ya bêhesab bû mînak. Heya kêliya şehadetê jî ji vê berxwedana xwe û sekna xwe bi tu awayî tawîz neda. Bi sekna xwe di jiyanê de û dijwartiya têkoşîna xwe wê tim ji me re pêşengtiyê bike û bîranînên wî wê rêya me ronî bike. Em weke hevrêyên wî ji malbata hevrêyê xwe Denîz Gezmîş û hemû Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, li ber bîranînên hêja yên hemû şehîdên xwe  careke din bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî ditewînin.

Hevrêyê me Denîz li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû, li gorî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji têkoşîna bêhempa ya ciwanên Kurd ên birûmet ya di nava refên azadiyê de hêzeke mezin girt, ji bo tevlîbûnê kete nava lêgerînan. Di sala 2021’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê ku herî dawiyê li wir bû, bi hesasiyeta xwe ya ji bo xebatên xwe derket pêş. Hewla di kesayetiya xwe de afirandina terz û tempoya Rêbertî bi israr domand. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û bi serweriya xwe ya di terzê şerê gerîlayan ê serdeme nû de erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Denîz, bi îdîa û biryardariyeke mezin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ku lê şerekî dijwar tê meşandin, bi îradeya Apoyî ya tu caran têk naçe li ber xwe da û mîrateya têkoşînê ya tu caran nayê jibîrkirin, hişt. Hevrêyê me Denîz ji xazên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker bandor bû û di 29’ê Adara 2025’an de tevlî karwanê şehîdan bû." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Zerdeşt Gezmîş bi vî rengî ne:

Denîz Gezmîş (Cîhangîr Sultanî), li Xoy jidayîk bûye, 29’ê Adara 2025’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.