Ji Berlînê heta bi Amsterdamê Don Kîxot

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:39

  • Şanoya Bajêr a Amedê diviyabû tûrneya xwe ya Ewrûpayê Sibata bihurê li dar bixe, lê ji ber hincetên meqamên Elman ên ecêb, vîze wernegirtibûn û turne hatibû taloqkirin.

MIHEME PORGEBOL

Şanoya Bajêr a Amedê diviyabû tûrneya xwe ya Ewrûpayê Sibata bihurê li dar bixe, lê ji ber hincetên meqamên Elman ên ecêb, vîze wernegirtibûn û turne hatibû taloqkirin. Turne 9´ê Nîsanê wê ji paytexta Elmanyayê Berlînê dest pê bike. Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika xwe ku ji ber romana Miguel de Cervantes a bi navê Don Quijote hatiye girtin nîşan bide. Ferhad Feqî derhêneriya lîstikê dike.

Lîstik wê li bajarên Elmanyayê Essen, Koln, Frankfurt û bajarên Holandayê Antwerpen û Amsterdamê bê nîşandan.

Li ku dera dinyayê dibe bila bibe

Ji Şanoya Bajêr a Amedê, şanoger Berfîn Emektar ji bo girîngiya turneyê got, “Ya ku ji bo me muhim ew e ku em bên cem temaşevanan. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, ji bo me gelekî girîng e ku yek temaşevanê me jî hebe, em pê re bên cem hev. Wekî din ji bo me girîng e ku Kurdên li Dîasporayê bi berhemên bi zimanê wan xenî bikin.”

Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê a turneya wê ya li Ewrûpayê wiha ye: 

BERLÎN: 9´ê Nîsanê, saet 20.00´an li Maxim Gorki Theater, Am Festungsgraben 2, 10117

ESSEN: 12´ê Nîsan, saet 20.00´an Katakomben-Theater, im Girardet Haus, Girardet straße 8 45131 

KOLN: 14´ê Nîsanê, saet 20.00´an KULTURBUNKER, Berliner Str.20 51063

FRANKFURT: 15´ê Nîsanê, saet 20.00´anInternationales Theater Frankfurt, Hanauer Landstr 5-7, 60314 Frankfurt/Main

ANTWERPEN: 16´ê Nîsanê, saet 19.00´anCultuurcentrum Deurne Frans Messingstraat 36, 2100 Deurne

AMSTERDAM: 17´ê Nîsanê, saet 20.30´anPodium Mozalek Theater, Rast Bos en Lommerweg 191, 1055 DT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.