Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi pêşengiya çalakgerên TCŞ û TekoJIN´ê çalakiyek hat organîzekirin da ku xelk silavê bike li berxwedana destanwarî ya gerîlayan a li Kurdistanê. 

Pêr li Oranienplatzê Kurdistanî û dostên wan civiyan û berxwedana gerîlayan a ji 23´yê Nîsanê ve li Zê, Metîna û Avaşînê dewam dike, pîroz kir. 

Di axaftina çalakgerên TCŞ´ê de hat gotin, “Li dijî êrişên dagirkeriyê yên qirker ên li Kurdistanê, ciwan divê bibin xwedî helwêst, dakevin meydanan. Serketin di destê ciwanan de ye. Dînamîzm û hêza ciwanan wê xewna Rêbertiya azad û Kurdistana azad bikin rastî, pêk bînin.” 

Piştre hunermend Zozan Zûdem stran gotin. Piştre çalakgerê Defend Kurdistanê Huseyin Yilmaz banga yekîtiya neteweyî kir û xwest PDK vegere ser xeta diyaloga di nava hêzên Kurd de.

Piştre jî rapvanê antîfaşîst Castro li dijî nijadperestî û faşîzmê stran gotin. Polêsê Elman xwest mîtîngê provoke bike, Kurdistaniyan û dostên wan destûr neda vê.

Piştî vê, hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok jî bang kir ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî û xwest gelê Kurd li dijî dewleta faşîst a Tirk bibe xwedî helwêsteke eşkere a berxwedanê.

BERLÎN