- PDK´ê Hoşyar Zêbarî weke namzetê serokkomariya Iraqê destnîşan kiribû. Gelek aliyan û mesela parlamenterê YNK´ê Zikrî Zêbarî jî gotibû, Hoşyar Zêbarî namzetê dewleta Tirk e.
PDK´ê Hoşyar Zêbarî weke namzetê serokkomariya Iraqê destnîşan kiribû. Gelek aliyan û mesela parlamenterê YNK´ê Zikrî Zêbarî jî gotibû, Hoşyar Zêbarî namzetê dewleta Tirk e. Axir Dadgeha Federal a Iraqê bi hinceta ku navê Zêbarî bi xirabî derketiye û Destûra Iraqê nahêle ew bibe namzet, namzetiya serokkomariya Iraqê ya Hoşyar Zêbarî red kir.
Piştî hilbijartinên giştî yên Cotmeha par ên li Iraqê, parlamena Iraqê çav li rê ye îro serokkomar hilbijêre. Li gorî rêûresmê namzetekî ji herêma Kurdistanê wê bê hilbijartin. Li gorî hevpeymana berê ya di navbera YNK û PDK´ê de jî namzetê YNK´ê dibû serokkomarê Iraqê.
Berhem Salih jî beriya vê weke namzetê YNK´ê bûbû serokkomarê Iraqê. Piştî hilbijartina dawî, ev hevpeyman xira bû û PDK´ê jî namzetekî serokkomariyê destnîşan kir: Hoşyar Zêbarî.
Lê Hoşyar Zêbarî ji ber ku gelek tohmetên gendeliya mezin ên elaqedarî wezîrtiya wî ya berê ya maliyê de li ser wî belav bûn, hew karîbû li Bexdayê bidebire, çûbû herêma Kurdistanê. Erka serokkomar jî gelekî muhim e ji ber ku piştî hilbijartina xwe, serokkomar divê di nava 30 rojan de aliyekî ji bo avakirina hikûmetê wezîfedar bike. Êdî em dizanin ku namzetê PDK´ê Hoşyar Zêbarî ne yek ji wan e. Lewma Dadgeha Federal a Iraqê doh biryar da ku Hoşyar Zêbarî li gorî destûra bingehîn a Iraqê nabe ku bibe namzet. Di sedema biryarê de dadgehê got, li gorî destûrê, divê navekî paqij ê namzet hebe û navê wî bi xirabî derneketibe. Bi vî rengî esas dadgehê îşaret bi tohmetên gendeliyê yên li dijî Hoşyar Zêbarî kir. Jixwe, dadgeha federal ev tohmet nas dikirin ji ber ku wê mafê destnedana Zêbarî ji ber tohmetên gendeliyê betal kiribû.
Namzetê Tirkiyê bû
Parlementerê YNK'ê Zikrî Zêbarî, namzetê PDK'ê yê serokkomariyê weke namzetê dewleta Tirk şirove kir. Wî got, PDK´ê bi vî awayî xwest Herêma Kurdistanê tevlihev bike.
Zikrî Zebarî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Omer Akin re peyivî û got, dewleta Tirk bandorê li PDK'ê dike û PDK jî li gorî daxwaza Tirkiyeyê tevdigere: "Lê pîlan û armancên Tirkiyeyê yên li hemberî herêma me wê bi ser nekevin."
BEXDA