Ji ber lehiyê 90 kes mirine
Pêncşem 4 Tebax 2022 - 22:30
- Li gorî bîlançoya Heyva Sor a Îranê, hejmara kesên ji ber lêhiya beriya çend rojan mirine, bûye 90.
Li gorî bîlançoya Heyva Sor a Îranê, hejmara kesên ji ber lêhiya beriya çend rojan mirine, bûye 90.
Serokê Heyva Sor a Îranê, Pîr Husên Kulîwend bi daxuyaniyeke ji ajansa fermî ya Îranê re ragihand ku hejmara kesên ji ber lêhiya beriya bi rojan mirine, bûye 90. Herî kêm 8 kes jî heta niha wenda ne.
Her wiha hat ragihandin, lêgerîna ji bo kesên wenda dewam dike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku 23’yê Tîrmehê li çend herêmên naverast û rojavayê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna teyrokê lêhiyeke mezin rabû. Li gorî daxuyaniya Navenda Avhewayê ya Îranê, lêhî li 60 bajar, 140 bajarok û zêdetirî 500 gundan rabû.
TEHRAN