Ji ber lêgerîna tazî gilî kir 

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:45

Rêvebera HDP’ê ya Bajêr a Aydinê Caîze Yarici ya ku du caran li Aydin bi lêgerîna tazî rûbirû ma, der barê vê kiryar û binpêkirina maf û rûmetê de, li cem Serdozgerriya Dîdîmê gilî kir.

13 jinên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 14’ê Sibatê de li Aydinê hatin binçavkirin û di 17’ê Sibatê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 4 jinên hatibûn berdan, aşkere kiribûn ku li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Soke û Dîdîm rastî pêkanîna lêgerîna tazî hatin. 
Rêvebera HDP’ê ya Aydin Caîze Yarici, ya ku di dema serdegirtina polîsan a malê de û li Miduriyeta Polîsan a Dîdîmê, du caran rastî lêgerîna tazî hatibû, di 26’ê Sibatê de, roja Înê têkildarî meseleyê serî li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Aydinê da. Yarici dûre çû Serdozgeriya Komarê ya Dîdîmê û gilî kir.
 
Polîs gef jî lê xwarine

Yarici, diyar kir ku polîsan di 14’ê Sibatê de bi ser mala wê de girtine û binçav kirine. Yarici, têkildarî awayê binçavkirina xwe got: “Di dema lêgerîna malê de, polîsan ez xistim odeyekê. Dûre lêgerîna tazî li ferz kirin. Polîsên jin, bi zorê tazî li ser min geriyan. Piştî ez birim Miduriyeta Polîsan a Navçeya Dîdîmê jî, nêzî 3 saetan em rawestandin. Dûre em xistin nezaretxanê. Destpêkê 2 polîsên jin û 4 jî polîsên zilam ez birim odeyekê. Derî nîv vekirî hiştin û ji min re gotin xwe tazî bike. Min jî îtîraz kir. Li ser vê yekê ji min re gotin ‘prosedur’ wihaye. Em du kes bûn. Derfeta ku em karibin bi hev re bi axivin tune bû. Heya bincilkan ez tazî kirim. 3 caran ji min re gotin rûne û rabe. Di heman demê de gotin hilpeke. Tiştên bi me kirin, binpêkirina rûmetê bû.” Yarici da zanîn ku amîrekî polîsan gef lê xwariye û gotiye: “Em ê hesab bipirsin. Em Tirkiyek bi hêz in, û em welatekî bi hêz in. Çi li vê cîhanê be, çi jî li cîhana din be, em ê hesap bipirsin.”

MA/AYDIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.