• Bi versiyona Dengbêj Reso lîstika “Mem û Zîn” li Êlihê li ser dikê bû. Şanoya “Mem û Zîn” bû cara çaran ku li Êlihê, li ser dika “Yenî Sahne” derdikeve hemberî şanohezan. 

Bi versiyona Dengbêj Reso lîstika “Mem û Zîn” li Êlihê li ser dikê bû. Şanoya “Mem û Zîn” bû cara çaran ku li Êlihê, li ser dika “Yenî Sahne” derdikeve hemberî şanohezan. 

Ji Şermola Performansê, Mîrza Metîn derhêneriya lîstika “Mem û Zîn” dike. Metîn bi versiyona dengbêj Reso, lîstik hazir kiriye. Zelal Angay jî wek dramatûrg xebitiye. Şonoger Pelda Bal, Kenan Demîr û Ronî Dildar jî wek lîstikvan cih di vê şanoyê de girtine. 

Lîstik ji serî heta dawiyê bi performanseke gotinê, behsa çîroka Mem û Zînê dike. Di lîstikê de Pelda carinan dibe Zînê û Kenan jî carna dibe Memê û bi meqamê stranê diavêjin ber hev û evîna xwe dibêjin ji hev re. Lîstik bi evîna bêdawî ya Mem û Zînê ku di oxira wê de nemir dibin, diqede. 

Mîrza Metîn dibêje, çîrokek ku ne teksta şanoyê ye, ango çîroka Mem û Zînê ya versiyona dengbêj Reso, wan li ser dikê raxistiye. 

MA/ÊLIH