Ji ber grevê hate binçavkirin
În 24 Çile 2025 - 00:09
Li gor nûçeya Kolbernews’ê, pêr hêzên rejîma Îranê li bajarê Dêwlan ya ser bi parêzgeha Sine bi hinceta ku çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî tevlî greva giştî bûye, binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye 22 Çile li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî greva giştî pêkhat. Tevayî bazar, dikan û cihên giştî girtî man.
NAVENDA NÛÇEYAN