- Fermandarê hêzên Iraqê yê Şengalê Esîr Rûbaî ku ji ber DAIŞ´ê reviya, niha gefan li Şengaliyan dixwe.
Fermandarê Tugaya 20´an a hêzên Iraqê yên Şengalê Esîr Rûbayî pêr heqaret li Rêber Abdullah Ocalan kiribû û ji ber hildana posterên Rêber Ocalan, gefa binaxkirinê li ciwanên Êzîdî xwaribû, wî qanûnên Iraqê binpê kirin û nîşan da ku ew ê li dijî Rêveberiya Xweser, alîgirê komkujiyên dewleta Tirk ên dijî Êzîdiyan be.
Bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Şengalê jî rêze çalakî hene. Di vê çarçoveyê de ciwanên Şengalê pêr dezgeha pirtûkên Rêber Ocalan danîn û posterên wî weke pêşangehekê dan nîşan. Lê hêzên Iraqê yên dibin fermandariya Esîr Rûbayî de êrişê dezgeha ciwanan kir. Pêr jî ciwan ji bo protestokirina komploya navneteweyî xwestin ji Borikê heta Xanesorê meşa dirêj bikin. Lê ji ber destwerdan û astengiya hêzên dibin fermandariya Rûbayî de, neçar man beriya bigihîjin Xanesorê, çalakiya xwe bi encam bikin.
Piştî peymana 9’ê Cotmehê ya navbera PDK’ê û hikûmeta Kazimî ya li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê de hêzên ser bi hikûmeta Kazimî hewl didin destketiyên Êzîdiyan û hêzên wan yên parastinê ji holê rakin. Tevî hemû hewldanan jî timî rastî nerazîbûna civaka Êzîdî tên û nikarin serweriya xwe li ser herêmê çêbikin. Ji 12’ê Çileyê îsal ve jî artêşa Iraqê 9 hezar leşker sewqî herêma Şengalê û derdora wê kirin.
Li hember her çalakiyeke gel a demokratîk jî astengiyan çêdike, destwerdan dike û hewldanên wê yên provakatîf ên sorkirina xelkê Şengalê hene. Tevî hişyarkirin û hewldanên diyalogê yên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî hinek hêzên ser bi hikûmeta Kazimî li ser daxwaza Tirkiye û PDK’ê hewl didin timî li Şengalê aloziyê derxin.
Rûbaî hat êriş zêde bûn
Van çend mehên dawiyê, hêzên artêşa Iraqê welatiyên Êzîdî û rojnamevan jî kirin nezaretê. Zextên li ser rojnamevanan di dema şopandina çalakiyan de zêde bûne û ev jî bi hatina fermandarê nû yê hêzên Iraqê, Esîr Rûbayî ve tê girêdan.
Herî dawî dema ciwanên Êzîdî 11’ê Sibatê li Şengalê pirtûkên Rêberê Abdullah Ocalan belav dikirin, komek leşkerên Iraqê êrişê ciwanan kir û dest danî ser pirtûkan. Beriya wê jî 3 welatiyên Êzîdî yên pirtûkxaneya gerok a Rêber Ocalan ji Xanesorê derbasê Sinûnê dikirin, ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin girtin, û tevî nerazîbûnan jî serbest nehatin berdan.
Her wiha 12’ê Sibatê ciwanên Şengalê bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin, meşa dirêj a ji Borik heta Xanesorê dan destpêkirin. Leşkerên Iraqê hêzeke mezin şandin pêşiya ciwanan û dor li wan girtin. Artêşa Iraqê ji ciwanan xwest posterên Ocalan daxin, û bûn sedema aloziyê. Ne PKK, ne jî Rêber Abdullah Ocalan li Iraqê ne qedexe ne û kirinên Rûbaî qanûnan binpê dikin!
Fermandarê Tugaya 20´an, Esîr Rûbayî bi zimaneke dijminane û nijadperestane Rêberê Abdullah Ocalan hedef girt û heqareta wekî “Kî wêneyê Ocalan li vir daliqîne ez ê serê wî/wê biperçiqînim, li vir daliqînim û binax bikim” li ciwanên Êzîdî xwar. Ev êrîşkariya Esîr Rûbayî gelek pirs bi xwe re anîn. Ev êrîşkariya hemwextê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê jî watedar e û gumana peywendiya vî kesi bi dewleta Tirk re hebe, dide çêkirin.
Esîr Rûbayî çi gotibû?
Esîr Rûbayî tevî komek leşkerên Iraqê, çû çerxerêya Yermûk a li navenda Şengalê û bi zimanekî dijminane û êrişkar got, “Ez ê ala Iraqê li vir hildim, bila herkes bizane ez fermandarê tugaya 20’an im. Bi xwedê sond dixwim, her kesê wêneyê Ocalan li Şengalê rake, ez ê li vir binax bikim. Herkesê wêneyê terorîstan li vir daliqîne, ez ê wan jî li vir daliqînim. Min berê li dijî terorîstan timî şer kiriye, ez ê şer jî bikim!”.
Revokekî tirsonek e
Li gorî agahiyan, navê vî fermandarî yê rastî, Esîr Hamza Casime û weke Esîr Rûbayî tê nasîn. Rûbayî di sala 1973’an de li Bexdayê ji dayîk bûye, ji eşîra Rûbaî’ye û Sunî ye. Li gorî agahiyên bidestketî di dema êrişên DAIŞ’ê de li herêma Mûsilê bûye û tê zanîn Mûsil û Şengal bê berxwedan teslîmê DAIŞ’ê hatibû kirin û berovajiya ku îdîa dike, ne li dijî êrişên Tirkiye ne jî li dijî DAIŞ’ê ti berxwedan nedaye nîşandan.
Diyar e Rûbayî hewl dide bi van helwêstên êrişkar xwe bixe çavê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û dewleta Tirk. Her wiha li ser dijminahiya Kurd û Êzîdiyan re serwerî û otorîteya xwe ava bike. Lê weke bixwe jî lixwe mikûr hatiye zirar, bigihîje kîjan welatiyê Êzîdî û Şengalê wê ji wî were pirsîn û ew berpirsyar e!
ROJNEWS/ŞENGAL