Polêsan Elman girtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Elmanyayê Darmstadtê û gelek malên li bajarên cuda.
Doh sibehê polêsan avêt ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê.
Hat ragihandin ku dozgeriyê diyar kiriye, têkiliya hevserokên berê yên FCDK-KAWA Songul Çelîk û Mehmet Emîn Denîz bi hin çalakvanên din ên Kurd re heye û ev tişt kiriye hinceta serdegirtinê.
Li komeleyê saet di navbera 06:00-11:00´an de lêgerîn pêk hat. Hate zanîn ku lêpirsîna rayedarên komeleyê kirine. Hate diyarkirin, ew kes jî ev in: Abdullah O., Ozgûr A., Gokmen Ç., Mazhar T.
Abdullah O., Ozgur A. û Gokmen Ç. hê jî girtî ne.
Ji ber heman hincetan li bajarên Russelsheim, Mainz û Mannheimê jî polêsê Elman avêt ser malan.
Polêsan bi ser mala Songul Çelîk û Mehmet Emîn Deniz ên li Russelsheim û Mainzê de girt. Her du jî berê hevserokên FCDK-KAWA'yê bûn.
Alîkariya bi mexdûrên erdhejê re jî kirin sûc
Li Mannheimê jî polêsan girte ser mala Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Halîs Dogan. Halis Doğan da zanîn ku polêsên Elman alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê kirine hincet ji bo serdegirtina mala wî û got: “Min ji wan re got, min ev alîkarî di hemberî meqbûzan de berhev kirine û dane Heyva Sorê. Lê belê, ez tohmetbar kirim û gotin, hûn van alîkariyan berhev dikin û digihînin deverên cihê. Wan dest danî ser meqbûza Heyva Sor a li malê, telefona min adestan û 1640 euroyê alîkariyê.” Halis Dogan got, ew tohmetên li dijî xwe qebûl nake.
NAVENDA NÛÇEYAN