Ji Awazên Çiya albûmeke nû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:00

GULÎSTAN CÎHAN / ANF / BEHDÎNAN

Hunera ku li çiyayên Kurdistanê derdikeve holê bi dehan sal in di dilê gelan û bi taybetî jî dilê gelê Kurd de wateyekî kûr û girîng dihewîne. Muzîka ku ji aliyê gerîlayên azadiyê tê hilberandin, li jiyana mirov bandor dike û her tim li ser zimanan e. 

Yek ji wan koman ê ku bi hunera xwe di dilê gel de cih girtiye Awazê Çiya ye. Endamên Awazê Çiya kelecanê albûma xwe yên nû dijîn û van hestên xwe bi me re parve kirin. 

Têkoşîn Cudî ya ku endama komê ye, derbarê albûma xwe ya nû de agahî da û got, “Piştî xebatê me yê bi navê destana PKK’ê em albûmekî ku dixwazin diyarî gelê xwe, herkesê ku di nav vê têkoşîna azadiyê de cih girtî û dixwazin vê berxwedanê mezin bikin, amade dikin. Di qadên ku çiyayên xwe yên azad de di bin her şert û mercî de bi hêviyekê mezin, daxwaz û bawerî dixebitin. Her ku tevlî vê kedê dibin tevlî berxwedanê jî dibin, vê berxwedanê mezin dikin û bi vî awayî di nav deryayekê dewlemend de dengê jiyanekê nû diafirînin. Em dixwazin bibin deng, reng û hunera gelê xwe. Dixwazin bibin hevalê mirovên sosyalist, demokrat, mirovên têkoşîna azadiyê dimeşîne û xwe dane têkoşînê. Ji ber vê albûmekê nû amade dikin. Naveroka albûma me xwe dispêre mîrasa ku hevaltî û manewiyeta ku nirxên me, şehîdên berxwedanê bi me re parvekirin e. Em dixwazin van nirxan bi riya muzîk û hunerê parve bikin. 

‘Huner nasnameya dîrokê ye’

Bi vî awayî em vê albûmê herî zêde diyarê pêşengê gel û serdemê, pêşengê civaka azad û demokratîk Rêber Apo yê ku têkoşîna sosyalîzmê dimeşîne dikin. Em hêvîdarin ev albûm li gorî dilê guhdarvanan be. Helbet dibe ku rexne hebin, nirxandinên erenî û neyînî jî dibe çêbibin. Lê huner zimanê xwe îfadekirinê ye. Huner wateya dîrokê mezinkirinê ye. Aliyê wî yê herî xweş jî, di derbarê mirovahî de hin tişt hêştin e. Em jî di vê serdemê de dîroka ku tê jiyîn û manewiyatê di dîrokê de mayînde bikin da ku gelê me, bi taybet ciwanên me bi ziman, çand û hunera xwe bijîn. Di albûma me de ji berhemên ku zaravayên Dimilkî, Soranî û Kurmancî pêk tên cih digirin. Di xebatên vê albûmê de ji berhemên Awazê Çiya pêk tên. Beriya vê albûmê hin albûmên me yên din jî hatin weşandin û parvekirin, ev ê jî bidome. Em ê di demekê nêz de albûma xwe ya nû parve bikin. 

Em dixwazin têkoşîn, berxwedan, nirxên azadiyê, civaka nû, civaka sosyalîst û demokratîk; bi riya hunerê û hilberînê bi gelê xwe re parve bikin. Dîroka ku hatiye jiyîn, berxwedana ku hatiye dayîn divê bi zimanê hunerê were vegotin, bibe malê dîrokê û siberoja xwe ser van ava bikin. Divê herkes di vê mijarê de berpirsyarî bigire. Lewre têkoşîn, şer û berxwedan bêyî hunerê nabe. Huner, nasnameya dîrokê ye.” 

Kedeke mezin hat dayîn

Endamê koma Awazê Çiya Seyît Riza, jî derbarê albûma nû de ev tişt gotin: “Li ser vê albûmê em demeke dirêje dixebitin. Piştî xebatê destana PKK’ê di aliyê hilberîna hunerî de pêvajoyekî ku derfet pir kêm bûn re derbas bûn. Piştî hin amadekariyan ev xebat destpê kirin. Albûma me ji 10 stranan pêk tê. Di albûmê de piranî hevalên şehîd tên esas wergirtin. Her wiha peywendiya ku gerîla bi gel re çêkiriye, ji bo wan tiştê bi nirx û hestên ku di dilê xwe de digirin tê ziman. Di stranan de têkoşîna Rêbertî bi awayek xurt cih digire. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo rolekê pir aktîf dilîze. Ev ji bo me rûmeteke mezin e. Ji ber vê em albûma xwe diyarî Rêber Apo, gelê xwe û hemû hevalên ku di qadan de têdikoşin dikin. 

Xebatên albûmê di Atolyeya Hunerê ya Şehîd Zerdeşt de pêk hatin. Ev Atolyeya hunerê navendekî ku li çiyayan demeke dirêje hunera gerîla lê tê meşandin e. Di vê xebatê de hemû endamên Awazê Çiya kedekê mezin dan. Di heman demê de saziyên me jî piştgirêyek xurt nîşan dan. Spasî ji Komuna muzîkê, koma Awazê Çiya û Atolyeya Hunerê ya Şehîd Zerdeşt re dikin. Hêvî dikin ku ev albûm li gorî dilê heval û gelê me be. Bi heyecaneke mezin em ê di demeke nêz de albûma xwe biweşînin û bi gelê xwe re parve bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.