Heyv Qehreman (Hayv Kahraman) hunermendeke Kurd e ya ku li Bexdayê hatiye dinê û niha li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dimîne. Di xêz û resmên wê de mirov bi jinan dibîne. Tesîra mînyatûrê û resma ji rêûresma Japonî bi hêsanî dibîne. Tecrûbeya wê ya penaberiyê jî xwe di berhemên wê de dide der. Ew jî sala 1991´ê tevî wê pêla mezin a koçberên ji Başûrê Kurdistanê derdikeve û bi malbata xwe re li Swêdê dibe penaber.

Axir ev berhema wê gelek tesîrê dike. Jineke ku di destekî wê de meqes heye û di destê din de zimanê wê bixwe, dike ku zimanê xwe jêke.

Dê û bavê Heyvê lînguîst bûne, li Zanîngeha Bexdayê ders didan. Herduyan jî bi Erebî û Ingilîzî dizanî, bavê wê bi Kurdî jî dizanî. Lê gava çûn Swêdê, bêzar bûn êdî. Yekane rêya ku bibin beşek ji civaka ku tê de bûne penaber, peyivîna bi zimanê wan û weke wan bû. Bi vê berhemê Heyv Qehreman behsa vê metamorfozê dike.

Jixwe ev berhem jineke penaber nîşan dide di rêzeberhemên bi navê Waraq de (2010). Gava mirov lê dinihêre dilê mirov dişewite: Çawa mirovek neçar be zimanê xwe yê dayikê jêke, hem mecazî û hem jî bi rastî. Birîneke kûr e, gelo paşê wê bikewe yan na? Bersiv jî ji bo her kesê ne yek e. NAVENDA

NÛÇEYAN