Jean Vigo; Rimbaudê sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Cotmeh 2021 - 01:09

  • Gava hevalek wî jê re dibêje, “Tu xwe pirr diwestînî, divê tu hay ji hêza xwe hebî û xwe zêde neêşînî.” Ew dizane ku zêde emrê wî nemaye ji lewma jî wiha li hevalê xwe vedigerîne, “Zêde wextê min nemaye, ez vê yekê hîs dikim. Divê her tiştî bi carekê bidim.”

ARDÎN DÎREN

“Divê her film çawa ku yê dawiyê be were çêkirin...”*

Haya Jean Vigo ji vê gotina derhênerê navdar Ingmar Bergman hebû nizanim, lê tine be jî ew bi vê hizrê filmên xwe çêkir. Ew pê hesiyabû ku dê zû xatir bixwaze ji vê dinyaya kambax. Ji bo kî ne kambax be jî ji bo wî kambax bû. Ew dixwest filman çêbike lê nexweşiyê roj bi roj zora wî dibir. Ji lewma wextê xwe qet vala derbas nekir û bi filmên xwe yên helbestî mohra xwe li dîroka sînemayê xist. Bandora filmên wî hîna jî di sînemayê de dewam dikin.

Nexasim derhênerên “Pêla Nû” yên Fransî yên weke François Truffaut û Jean Luc Godard di bin bandora filmên wî de gelek man û filmên wî ji bo sînemaya xwe kirin çavkanî. François Truffaut ji bo sînemaya wî dibêje, “Jean Vigo bingeha sînemaya xwe bi pexşanê çêdike û bêyî westandin ew xwe digihîne helbestê.” 

Ji bo Jean Vigo “Artur Rimbaudê Sînemayê” jî tê gotin. Rimbaud di helbestê de çi kiribe, Jean Vigo jî di sînemayê de heman tiştî dike. Ew bi şêwaz û cerebeyên xwe yên anarşîst hin rêgezên nû li sînemayê zêde dike. Di sînemayê de helbest bi wî tê niqaşkirin, ji lewre  dîmenên ku bandora helbestê bi mirovan re çêdikin di filmên wî de pirr li pêş in. Li gor dema xwe ew wêrek tevdigere û li gor qaydeyên heyî yê sînemayê naçe. Ev wêrekiya wî kir ku filmên ciyawaz çêke. Ew jî wek Rimbaud gotinên xwe zû dibêje û ji vê dinyayê zû bar dike. 

Bavê wî di hepsê de tê kuştin

Jean Vigo di sala 1905’an de li Parîsê tê dinyayê. Ew kurê Emily Clero û Miguel Almereyda ye. Ji ber rewşa malbatê ew tim bi jiyaneke qaçax re rû bi rû bû. Bavê wî kesekî anarşîst bû û diviyabû tim ciyê xwe biguherîne. Ji xwe piştî demekê bavê wî tê girtin û dikeve hepsê. Di sala 1917’an de di hepsê de tê kuştin. Piştî bavê wî tê kuştin diya wî ji bo ewlehiyê ew bi navê “Jean Sales” li dibistana leylî qeyd dike da ku bixwîne. Di dema dibistanê de ew rastî gelek neheqî û tadeyê tê. Desthilatiya dibistanê ya li ser zarokan pirr bala wî dikêşe û ev bîranînên xwe yên dibistana leylî dixwaze bike film. Ji xwe filmê wî yê navdar “Zêro de Conduite” (Hal û weziyet sıfır) ku mînakek sereke ye ji bo “Sînemaya Anarşîst” bi vî awayî derdikeve holê. Ew bi vî filmê xwe ji sînemaya anarşîst re pêşengtiyê dike û di rêça bavê xwe de dimeşe. 

Têgîna ‘belgefilma civakî’ pê destpê dike

Jean Vigo di salên 1930’yî di kamerayê derxist kolanan û ev yek tiştek nû bû. Ew nexwast xwe li stûdyoyan bigire û di bin emrê wan de bixebite. Ji xwe re kameramanekî baş peyda kiribû. Boris Kaufman di hemû filmên wî de li gel wî bû û derhêneriya dîmenên wî dikir. Borîs Kaufman birayê Dziga Vertov bû û kemarayê pirr baş bikardianî û jê fêhm dikir. Ji xwe di sînemayê de yek ji derhênerên dîmenê yê herî xurt e. Ew û Borîs Kaufman di sala 1930’î de belgefilmeke bi navê “À Propos de Nice” (Derbarê Nice’ê de) çêdike û bi vê belgefilmê nihêrîna “sînemaya civakî” derdixe pêş. Ew bi vê belgefilma xwe ya piçûk lê têr û tije sînemayê wek amûreke ku karibe dadwerî û wekheviyê pêk bîne dinirxîne. Li hember bazirganiya sînemayê û sansûra dewletê nerazîbûn nîşan dide. Ew bi belgefilmên civakî dixwaze şîroveyên polîtîk jî pêş bixe û bi riya pevbestineke cihê vê yekê pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku têgîna “belgefilma civakî” bi saya Jean Vigo di sînemayê de hatiye niqaşkirin û dûre jî wek şêwazek sînemavanên din li ser hûr bûne û di vî warî de belgefilm çêkirine. 

Filma wî 13 sal tê qedexekirin

Her derhêner ji serhatî û bîranînên zarokatiya xwe sûd werdigire. Jean Vigo jî di filmê xwe yê “Zêro de Conduite” (Hal û weziyet sıfır) de behsa zarokatiya xwe dike. Ew bi vî filma xwe behsa pergaleke riziyayî ya ku siberoja zarokan qet nafikire dike. Perwerdeya ku ti nirx nade nihêrînên zarokan û wan wek kesayet qebûl nake. Ev pergal tim dixwaze desthilatiya xwe li ser zarokan ferz bike û nahêle zarok bi xeyalên xwe tevbigerin û wiha bijîn. Her wiha burokrasiyê jî rexne dike. Ev filma Jean Vigo bi mijar û şêwaza xwe filmekî anarşîst e û behsa serhildêriya çend zarokên dibistanê dike. Ji ber ew disiplîna li dibistanan rexne dike filma wî tê sansûr kirin, ev filma wî 13 sal tê qedexekirin û nahêlin kes temaşe bike. 

Lê paşê dê film derketa holê û kesên wek François Truffaut ev şêwaz û mijarên ku dixwest bi riya sînemayê vebêje bi filmê xwe yê “Les 400 coups” (400 darbe) carek din pergal, dibistan û desthilatiyê rexne kir û di riya Jean Vigo de meşiya.

‘Divê her tiştî bi carekê bidim’

Jean Vigo di emrê xwe de 4 film çêkirin. Heger ev filmên wî tev li ser hev kom bibin bi tevahî dikin 180 deqîqe. Lê ew bi van 180 deqîqeyên zêrîn helwest û nêzîkatiya xwe ya sînemayê û her wiha ya jiyanê nîşanî dinyayê da. Ew helbestvan, sînemavan, anarşîst û şoreşger bû. Gava hevalek wî jê re dibêje, “Tu xwe pirr diwestînî, divê tu hay ji hêza xwe hebî û xwe zêde neêşînî.” Ew dizane ku zêde emrê wî nemaye ji lewma jî wiha li hevalê xwe vedigerîne, “Zêde wextê min nemaye, ez vê yekê hîs dikim. Divê her tiştî bi carekê bidim.”

Jean Vigo rojeke wek îro ango di 5’ê Cotmehê de di 29 saliya xwe de xatir ji vê dinyayê dixwaze û koçî dinyaya din dike. Ew zû çû lê ciwaniya filmên wî hîna jî di sînemayê de xwedî ruhekî bi bandor in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.