Jê re gotine Kurdistanê biterikîne!

Çarşem 4 Tebax 2021 - 03:15

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li ser nakokiyên nava partiya xwe û demdayîna wî ya ji bo derketina ji Kurdistanê, peyamek belav kir. Lahor Şêx Cengî got, “Ji min re hatiye gotin, divê ji Kurdistanê derkevim. Ger dernekevim wê bi zorê min derxînin. Li dijî hemû pilanan ez amademe li ber xwe bidim.” Piştî vê peyama Lahor Şêx Cengî doh Dadgeha Silêmaniyê biryara binçavkirina wî derxist.  

Hevserokê  YNK’ê Lahor Şêx Cengî peyamek bi dîmen belav kir ku têde behsa nakokiyên nava YNK’ê û hewildanên derxistina wî ya ji Kurdistanê kir. Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de diyar dike wî ji bo ewlehiya bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi giştî heta niha li beramberî pilanên 8’ê Tîrmehê bêdengî hilbijartiye û xwestiye pirsgirêk bi rêya diyalogê û rêziknameya hizbî were çareserkirin.

‘Min bi şertekî erka xwe radestî wî kiribû’

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Şêx Cengî dibêje; “Min bi mercê ku komîsyonek were avakirin û derbarê îdiayên li ser min tên gotin de lêkolînek bikin û rastiya wê ji raya giştî re eşkere bikin, erk û desthilata xwe radestî hevalê hevserok kir. Lê mixabin wisa diyar e, ji ber astengiyan partiya min nekarî vê komisyonê ava bike. Piştî bêhêvîbûna min a ji mekteba siyasî min biryar da serî li dadgeha Silêmaniyê bidim û hemû tometên ku dixin ser min, bi rêya dadgehê bigihînim encamê.”

Di beşek din a peyamê de Şêx Cengî dibêje; “Niha Herêma Kurdistan di rewşek dijwar a siyasî, ewlehî, aborî û civakî re derbas dibe. Gelê me ji ber siyaseta xelet a hizbên desthilatê partiya min jî di navê de, ketine di rewşek gelek zehmet de. Ji bona wê min nedixwest hîn zêdetir barê li ser milê gelê xwe girantir bikim. Ger min zanîba ku wê pirsgirêkên gelê me û bi dawî anîna gendeliyê bi dawî anîna Lahor Şêx Cengî û dûrketina wî ya ji welat be, ji zû ve minê wê yekê bikira. Lê dixwazim gelê xwe şiyar bikim ku ev pîlana ku li holê ye, pîlanek gelek metirsîdar e. Di nava çend salên borî de me hewil da YNK’ê bikin xwedî biryarek serbixwe û nekeve di jêr bandora ti hêzek din de. Di heman demê de me xetên xwe yên nîştimanî û netewî destnîşan kiribû. Bi ti awayek ne amade bûn bikevin di jêr komployek herêmî de. Me bi hemû hêza xwe hewil da devera kesk bi parêzin, serweriya yasa, azadiya ragihandin û fikrî, ewlehiya xelkê xwe çêkin. Ji bo vê yekê jî me bacek mezin da. Ev pilangeri jî beşeke ji wê baca ku me bidaya. Em hîn di destpêka pilangeriyê de ne, wê gelek kiryarên metirsîdartir li pey xwe de bîne.”

‘Dibêjin em ê zorê te derxin’

Lahor Şêx Cengî di dawiya peyama xwe de got: “Ez dixwazim li vê derê endam, qadro, alîgir û gel agahdar bikim, ji min re hatiye ragihandin ku ez ji Kurdistanê derkevim. Biryar dane ger dernekevim, wê bi zora hêza hikûmî bi ser mala min de bigrin û min ji Kurdistanê dûr bixin. Tişta ji destê min were, bi piştgiriya dilsozane ya we gelê hêja ezê bikim, heta em ji vê rewşa ku herêma me têde derbas dibe, rizgar bibin. Ji ber ku min biryar dabû, xizmetkarê civakê û xelkê Kurdistanê bim.”

Piştî daxuyaniya Lahor Şêx Cengî doh Dadgeha Silêmaniyê li ser daxwaza Bafil Talebanî biryara binçavkirina Lahûr Şêx Cengî derxist. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.