
Wezîrê Çandê yê Îtalyayê Dario Franceschini da zanîn ku wan li Îtalya’yê dawî li sansûrê anîye û êdî ti film ji ber hincetên olî û exlaqî wê neyên sansurkirin.
Dario Franceschini, diyar kir ku êdî li Îtalya’yê ji ber hincetên olî û exlaqî film neyên sansurkirin û wiha axivî, “Pergala dewletê ya ku azadiya hunermendan binpê dikir û nedihişt ew serbest karên xwe bimeşînin, ji holê rabû. Bi ti awayî film wê neyên astengkirin û kes wê nikaribe filman ji hêla olî û exlaqî ve ji nû ve sererast bike. Kes nikare tiştekî wiha bixwaze.”
Franceschini da zanîn ku Îndûstriya Filman derbarê filman de wê biryar bide û komîsyoneke ji 49 kesan wê van biryaran bişopîne. Di nav vê komîsyonê de pisporên perwerdeyê û pisporên mafên ajalan jî wê cî bigirin. Li gorî anketa pêşangeha “Cinecensura” ku ji hêla Wezareta Çandê ve bi awayekî online hatiye amadekirin, ji sala 1944’an ve 274 filmên Îtalyayî, 130 filmên Emerîkî û ji welatên din jî 321 film hatine sansurkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN















