- Li Mîlanoyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Mîlanoyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê meşek hate lidarxistin û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî tevlî meşê bûn.
Li ser banga Komîteya Kurdistanê, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevî bi hezaran Kurdistanî û Îtalyayiyan beşdarî meşê bûn.
Di meşê de nûnerên saziyên Mîlano Soudane, Berdevkiya Saziya Civakî ya Mîlanoyê, Nî ûna Menos Mîlano, Rîfondazîone Comûnîsta Sînînsta Îtalîana, Lambeetta, Cantîere, fff, cub lê amade bûn û her yek ji wan axavî jî.
Qisekeran komplo şermezar kir, wan xwest tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe.
ANF/MÎLANO