Li bajarê Bologna yê Italyayê ji hêla Rete Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêber Apo konferansek hate lidarxistin.
Di konferansê de nûnerên Partiya Komunîsta Vesazkirina Nû ya Italî, Petere Il Popolo, Sendîkaya Karkeran a Fîom, Sendîkaya Karkeran a Gel a Cabas, Sendîkaya Karker a Gel CUB  û Un Peto Per hazir bûn.
Di konferansê de ji bo azadiya Rêber Apo bikeve rojeva raya giştî ya Italî û siyasetê, û ji bo çalakiyan biryar hate standin.
Li gorî vê 1'ê Mijdarê li gelek bajarên Italyayê meşên ''Ji Abdullah Ocalan re azadî'' wê werin kirin.
Her wiha li bajarên cihê wê pêşangeha wêneyan jî were danîn.
Pêkhateyên konferansê 15'ê Sibata 2021'an li navenda Romayê wê organîzasyona meşeke mezin bikin.

ANF/BOLOGNA