Îstîxbarat çû sefîr hat

Duşem 10 Cotmeh 2022 - 05:08

Piştî ku misteşarê MÎT´a Tirk Hakan Fîdan çû Hewlêrê, niha jî serokê Hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê re civiya. Tê gotin di civînê de rewşa Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mesrûr Barzanî doh bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Elî Riza Guney re civiyaye: “Di civînê de behsa rewşa Iraq, hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, giringiya peywendiyên di nava Herêm û Tirkiyeyê de hatiye kirin.”

4’ê Cotmehê jî Misteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li Hewlêrê bi Eniya Tirkmenan, Mesrûr, Nêçîrvan û Mesûd Barzanî re civiyabû.

Di heman rojê de li Silêmaniyê Endama Akademiya Jineolojiyê û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di êrişek çekdarî de şehîd bûbû.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.