Medyaya ser bi hikûmeta Şamê ragihand ku Îsraîlê pêr bi şev bajarê Humsê bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyên xwe disipêrin çavkaniyeke leşkerî, medyaya hikûmeta Şamê dibêje "Saet derdora 00:20'an Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê Beyrûtê ve êrişên hewayî li dijî hin nuqteyên li derdora bajarê Humsê pêk anîne. Pergala parastina hewayî bersiva moşekan daye û ziyanên madî tenê çêbûne."

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî da xuyakirin ku balafirên şer ên Îsraîlê betariyên parastina hewayî yên Sûriyeyê kirine hedef. Wî her wiha got, ji wan betariyan moşekên li dijî balafiran ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê ragihandibû ku moşekên ku ji Sûriyeyê hatine avêtin, li hewa teqiyane.

Li gorî nûçeya Navenda Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê, Îsraîlê deverên nû yên Sûriyeyê bombebaran kirin û derdora bakurê rojhilatê Humsê kir hedef.

SOHR’ê ragihand ku dibe ku cihê hedef, depoya çekan a komên alîgirên Îranê be û da zanîn ku pergala parastina hewayî ya hikûmeta Şamê bersiva êrişê daye û ambulansan berê xwe da cihê bûyerê.

NAVENDA NÛÇEYAN