Îsraîlê êrişî Îranê kir

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:40

Danê siharê Artêşa Îsraîlê paytexa Îran, Tahranê da ber mûşekan. Tê gotin gelek rayedarên Îranê bûne hedefa êrişan.

Artêşa Îsraîlê li navenda Tahranê gelek cih da ber muşekan. Li gorî agahiyan di nava cihên hatine hedef girtin de, malên gelek rayedarên paye bilind yên Îranê jî hene.

Li gorî agahiyên ku di medya Îsraîlê de derketine, di encama êrişên Îsraîlê de gelek fermandarên leşkerî yên Îranê hatine hedef girtin. Li gorî agahiyan beriya êrişê, li Herêma Kurdistan û Iraqê dengê muşek û balafiran ji aliyê welatiyan ve hatiye bihîstin. Hêjayî gotinê ye beriya niha Îsraîlê gefa êrişan li ser Îranê xwaribû, serokê Emerîkayê Donald Trump jî ragihandibû ku dibe Îsraîl êrişî Îranê bike. Li Iraqê jî Emerîkayê hişyariya êrişan da bû û ji bo vê jî dîplomatên xwe ji konsolosxaneya Bexdayê vekişandibû. Li gorî agahiyan di encama êrişa Îsraîlê de, Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdaran yê Îranê hatiye kuştin. Herwiha du rayedarên yên paye bilind jî hatine kuştin. Piraniya êrişê li navenda Tahranê çêbû û gelek malên rayedarên paye bilind yên Îranê hatin hedef girtin. Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê (Tensîm) di encama êrişa Îsraîlê de, Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdaran yê Îranê Husên Selamî hatiye kuştin. Herwiha li gorî heman ajansê di encama êrişan de, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî, Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî jiyana xwe ji dest dane. Di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de Fermandarê Artêşa Îranê Mihemed Bakirî jî jiyana xwe ji dest da. Artêşa Îsraîlê danê siharê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin. Li gorî berdevkê artêşa Îsraîlê Îranê jî 100 dron ber bi Îsraîlê ve avêtine û ew hewl didin wan bixin.

Trump: Emê biparêzin!

Serokê DYE’yê Donald Trump têkildarî êrişa Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin ji FoxNews’ê re axivî. Trump, diyar kir ku beriya êrişê haya wan jê hebû û got:“Nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerî û em hêvîdarin vegere ser maseya muzakereyê. Em ê bibînin. Hin kesên wê nekarin vegerin rêveberiyê hene.” Trump, got ku heke li dijî Îsraîlê bersiv were dayin ew ê Îsraîlê biparêzin.

Elî Xamneyî: Em ê Îsraîlê ceza bikin!

Biryar bû Îran û Emerîka carek din têkildarî bernameya nukleer a Tehranê roja Yekşemê (15 Hezîran) li paytexta Umman Maskatê dest bi hevdîtinên ne rasterast bikira. Lê li gorî medya fermî ya Îranê, Îran wê tevlî danûstandinên ku di hat payîn roja Yekşemê bi Emerîkayê re bên kirin, nebe û bi awayek fermî danûstandinan daye rawestandin. Piştî êrişan Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî peyamek belav kir û got:“Îsraîlê bi van kuştinan çarenûsek tal û tarî ji xwere amadekiriye û bê guman wê ev çêbibe. Emê bi rêya hêza çekdarî ya xwe rê nedin Îsraîl ji cezayan rizgar bibe.” Xamneyî jî piştrast kir ku di encama êrişên Îsraîlê de gelek fermandar û zanayên atomî hatine kuştin. Herwiha berdevkê Artêşa Îranê Abdulfazil Şakarcî jî piştî êrişê peyamek belav kir û got:“Wê Îsraîl û Emerîka berdêlek giran ya vê êrişê bidin. Bila li benda bersivek tund ya me bin.”

Şakarcî jî ragihand ku di encama êrişên danê siharê de gelek rayedarên wan yên leşkerî ên payebilind hatine kuştin û got:’’Hêzên me yên çekdarî di amadebaşiyê dene.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.