Îsraîlê doh êrişî derdora Şamê kir. Di encamê de 2 leşkerên rejîma Şamê birîndar bûn.
Ajanseke girêdayî rejîma Şamê li gorî çavkaniyên leşkerî ragihand ku êrişa bi moşekan saet 00:25′ê berbangê ji aliyê bakurê Colanê ve pêk hatiye û hin nuqteyên li derdora Şamê hatine hedefgirtin.
Li gorî heman ajansê, di êrişê de 2 leşker birîndar bûne û zirarên madî çêbûne. Hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek moşekên wan xistine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku êriş li dijî nuqteyên leşkerî yên li nêzî Balafirgeha Dîmas û herêma Sebûra pêk hatine, ku li wê herêmê hêzên Firqeya 4`an û depoyên girêdayî Hizbullaha Lubnanê hene.
SOHR`ê diyar kir ku ji ber êrişê şewat derketiye, lê derbarê ziyanên canî de tu agahî parve nekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN