Îsraîl jî bi çeteyan re dagirkeriyê ava dike
Çarşem 15 Adar 2023 - 01:36
Li Efrîna dagirkirî, rêxistineke Filistînî li wargehekê ji xelkê dagirker re 100 xaniyan çêdike. Ev rêxistina Filistînê ya navê “Jiyana bi rûmet” li xwe kiriye, ji bo van xaniyên dagirkeriyê ava bike, pereyên kesên van xaniyan bikirin li bankeya herî mezin a duyem a Îsraîlê dide razandin.
Ev bankeya Îsraîlî, Hapoalim Bank bi rêxistina navbirî ya Filistînî re ji bo avakirina xaniyên wargehên dagirkeran kar dike.
Hesabên medyaya dijîtal a rêxistina navbirî ya Filistînî, ev yek li xwe eşkere kirin.
Vê rêxistinê li ser hesabên xwe da zanîn ku komeleya Tirk erdên ji bo avakirina vê wargeha ji bo dagirkeran tevî binesaziya lazim ji wan re hazir kiriye. Navê vê projeya dagirkeriyê Mubarek e û ji navenda bajarê Efrînê tenê 3 kîlometreyan dûr e. Erdê ku dagirker li serê wargeheke dagirkeran ava dikin jî yê malbateke Kurd e.
Enqere Erebên ji deverên din li Efrînê bi cih dike da ku serjimara deverê ji bo heta hetayê biguherîne.
Rêxistina Filistînî, li Filistînê deverên xwecihî yên şên diparêze, lê li Efrînê jî dakirkeriyê berfereh û zexm dike. Heman komeleyê berê li gundê Şadêrê yê Êzîdiyan jî wargeheke dagirkeran bi fonên ji Kuweyt, Tirkiyeyê û komeleyên ser bi Ixwan-elMuslimîn ên ji Emerîka û Ewrûpayê ava kiribû. NAVENDA NÛÇEYAN