Îspat kirin ku gerîla têk naçe

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 03:10

HPG'ê ragihand ku li Botan û Wanê 3 gerîla şehîd bûne û nasnameya şehîdan eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da û wiha got:’’Di 30-31’ê Tîrmeha 2024’an de milîtanên Apoyî yên hêja hevreyên me Eylem û Sozdar ku li dijî tevgera dijmin a li herêma Elkê ya Botanê li gorî ruhê serdemê bi fedayiyane şer kirin, şehîd bûn. Hevreyên me Eylem û Sozdar ku îddia û biryardariya serketina têkoşîna azadiya gelê me di asta herî jor de jiyan û ev yek di pratîka xwe ya gerîlatiyê de ispat kirin, li qada Botanê jî pratîka xwe ya serketî bi awayekî dewlemend domandin. Hevreyên me Eylem û Sozdar bi dehan êrişên dijmin bi awayekî serketî têk birin, di her derfetê de li dijî dijmin çalakiyên bi bandor li dar xistin û têkneçûna gerîlayên Kurdistanê careke din ispat kirin. Em weke hevreyên wan, em ê têkoşîna azadiyê ku hevreyên me Eylem û Sozdar dewrî me kirine, bi hişmendiya ku bibin layiqê wan zêdetir mezintir bikin û teqez xeyala wan a jiyana azad pêk bînin.

Dilsozê Rêbertî û şehîdan bûn

Hevrêya me Eylem li Hezexê di nav malbateke koçer a ji eşîra Didêrî jidayîk bû. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Eylem xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de bi pêş xist û bi tevlîbûna xwe ya daxwazker, moral û coş bû gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me Eylem bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade hem hevrêyên xwe hem jî gelê me ji kûr ve bandor kir û bi sekna xwe ya milîtanî ji bo mezintirkirina têkoşînê ked da. 

Hevrêya me Sozdar di nava malbateke dûrî rastiya civakî ya gelê me yê welatparêz ê Çewlîgê jidayik bû, di hawirdoreke ku şerê taybet ê dijmin lê bandor e, mezin bû ewil dûrî nirxên xwe yên çandî û civakî mezin bû. Bi pêşniyara hevrêyên xwe di sala 2015’an de çû qada Garzanê û ji gerîlayên ku li wê derê dît bandor bû. Di sala 2015’an de dema dijmin êrişî goristana şehîdan kir, ev ji bo hevrêya me Sozdar bû xala werçerxê. Ji bo tola kiryarên nemirovî yên djimin hilîne beşa ku li zanîngehê dixwend berda û tevlî refên gerîla bû. Bi dilsoziya xwe mezin a ji bo hevrêyên xwe, baweriya xwe mezin a ji bo felsefeya Rêber Apo û bi kesayeta xwe ya dirust û jidil di hemû hevrêyên xwe de ku bi wan re têkoşiya, şopên nayên jibîrkirin hişt.  

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Eylem Stêrk (Meryem Onur), li Şirnexê jidayîk bûye, 30-31’ê Tîrmeha 2024’an li Botanê şehîd bû.

Sozdar Evîn (Betul Aydin), li Çewligê jidayîk bûye, 30-31’ê Tîrmeha 2024’an li Botanê şehîd bû.

Li dijî xiyanetê helwesta zelal

Hevrêya me Armanc Devrîm a di Tebaxa 2024’an di tevgera dijmin a li qada Kato Marînos a Botanê de li dijî bangên teslîmiyetê ya dijmin weke milîtaneke jin a Apoyî bersiva pêwîst da û li dijî xeta xiyanetê helwesteke zelal raber kir, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kir û şehîd bû. 

Hevrêya me Armanc li Geverê jidayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû. Xwest di xeta PKK û PAJK’ê de bi biryardariyeke mezin bimeşe. Li ser îdeolojiya rizgariya jinê û artêşbûna jinê lêhûrbûnên kûr kir. Weke milîtanekî Apoyî, li qada Bakur di şert û mercên zehmet de carek jî dudulî nebû û têkoşîneke bê navber da. Hevrêya me Armanc ku 12’ê Tebaxa 2024’an di êrîşa dijmin a li herêma Wanê de şehîd bû, weke gerîlayekî YJA Starê jehatîbûna leşkerî û îdeolojîk ji bo xwe weke nebe nabe dît û di her kêliya jiyana xwe de jiyanîkirina xeta Partiyê hedef kir."

Agahiyên der barê nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Armanc Devrîm (Hacer Tekîn), li Colemêrgê jidayîk bûye, 12’ê Tebaxa 2024’an li Wanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.