Îsal 78 êriş birin ser Kobanê 

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 00:52

CUMA MIHEMED/ANHA/KOBANÊ

 

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve, êrişên li dijî bajarê Kobanê û gundewarên wê zêdetir kirine. Di van êrişan de balafirên şer û yên bêmirov, çekên giran hawan û doçka bi kar anîn.

Dewleta Tirk ji destpêka salê heta 21ʹê Mijdara 2022ʹyan (pêr), 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn.

Di encama van êrişan de 15 welatî şehîd û 32 welatî jî birîndar jî bûn. Di nav vê bîlançoyê de 13 zarok hene. Yek ji zarokên birîndar Ebdo Henîfî ye ku di êrişa li ser gundê li gundê Qeremox de ji lingê xwe bû. Her wiha 17 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Gundên bûne hedefa van êrişan ev in: Qeremox, Koran, Xerabîsan ên rojhilatê bajarê Kobanê, Zorava, Siftik, Boban, Sêlem, Kor Elî, Çareqlî, Beyadiyê, Ziyare, Çiloxlî, Zor Mixar, Merzerya Ehmed Munîr, Şiyoxa Jorîn ên rojavayê Kobanê, her wiha navenda Kobanê û Girê Miştenûrê bûn hedefa êrişan.

Di 19 û 20´ê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bajarê Kobanê û derdora wê, gundên Zor Mixar, Çareqlî, Ziyare, Aşmê û Şiyûxa Jorîn bombebaran kirin, di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn; yek ji wan jî nûçegihanê Stêrk TV´yê Mihemed El Ceradê bû.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.