Îsal 22 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane

În 30 Kanûn 2022 - 02:11

  • Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê ji ber binpêkirina mafên mirovan di sala 2022'an de 22 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. 

Li Tirkiyeyê êşkence û binpêkirina mafên mirovan di sala 2022'an de jî dewam kir, zêde bû. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û mirinên bi guman ji ANF'ê re axivî anî ziman ku girtiyên nexweş li ber mirinê têne berdan, yan jî qet nayên berdan.

Çevîrmen bi bîr xist ku li girtîgehan 1517 girtiyên nexweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e û got, "Gelek ji girtiyên nexweş temendirêj e, astengdar in, timî nexweş in, bi nexweşiya kanserê ne, bi nexweşiyên pişikê ne. Girtî nayên dermankirin. Ji ber nêzîkatiyên binpêkirina rûmeta mirovahiyê yên mîna kontrolkirina bi kelepçeyê, veguhastina bi wesayitên rîngê, girtî nikarin biçin nexweşxaneyan. Li girtîgehan bi têrkerî doktor û personelên tenduristiyê nînin. Doktor di rojên diyarkirî û saetên diyarkirî de mûayeneyê dikin, ev jî dibe sedem ku girtî ji derfetên tenduristiyê bêpar têne hiştin."

 

Li ber mirinê têne berdan

Çevîrmen anî ziman ku girtiyên pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene, li hucreyan têne hiştin û got, "Girtî bi têrkerî nikarin xwarinê bixwin. Girtiyên nexweş nikarin xwarina diyetê bi dest bixin. Ava paqij û ava germ heta astekê didin wan. Alavên li kantînê hem kêm e, hem gelekî biha ne û girtiyên nexweş ji ber derfetên madî nikarin xwarinên kêrhatî bixwin. Girtiyên bi nexweşiya giran li ber mirinê jî nayên berdan.

Ji ber ku Saziya Tip a Edlî bi helwesteke siyasî nêzî biryara berdana girtiyên nexweş dibe, her wiha raporên nexweşxaneyan ji aliyê Saziya Tip a Edlî ve nayên qebûlkirin, biryara berdanê jî bi hinceta 'ewlekariyê' nayê bicihanîn, rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Hejmareke kêm a girtiyan li ber mirinê têne berdan û ew jî piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest didin."

Girtiyên ku di sala 2022'an de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan:

Ramazan Tûran, Mehmet Hanefî Bîlgîn, Tûrgay Denîz, Bedrî Çakmak, Hayrî Karaş, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Abdo Baran, Mehmet Sevînç, Seyît Şahîn, Abdûllah Ece, Ferhat Dogan, Siddik Ûgûr, Kadrî Ekîcî, Zulfu Yildirim, Mehmet Candemîr, Bazo Yilmaz, Bariş Keve, Suphan Çabûk, Emre Abalak, Tahîr Gurdal, Nevzat Çapkin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.