PERVÎN YERLÎKAYA
Meşa Dirêj a ciwanan ku ji Hannoverê bi beşdariya 200 ciwan û înternasyonalîstî dest pê kir, bi dawî bû. Ciwan ji Harbûrgê ber bi Hambûrgê ve meşiyan 110 kilometreyên xwe temam kirin.
Meşa Dirêj ku bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" 5'ê Îlonê li bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir, qonaxa xwe ya dawî jî temam kir. Çalakger ji bo bi beşa dawî ya meşê doh li pêşiya Rathatûs a Harbûrgê li hev kom bûn. Tevî ku pêr polîsan bi tundî dest li ciwanan werda, meş bi coşeke mezin gihişt qonaxa dawî.
Ciwan di qonaxa dawî ya meşê de ango ji Harbûrgê heta Hambûrgê 20 kîlometr meşiyan û bi vî rengî dawî li meşa xwe ya ji 110 kîlometreyî anîn.
Komîteya amadekar daxuyaniyek da û got: "Dewleta Elman ji bo pêşî li meşa me bigire doh êriş kir û dinyayê dît ku êrişeke li derveyî mirovahiyê li dijî me hatiye kirin. Li hemberî me komplo kirin. Em nûçeyên çapemeniya Elman qebûl nakin. Mesele bilet nebû, biletên me hebûn. Komployek bû ku dixwestin meşa me asteng bikin, îradeya me bişikînin."
Ciwan di nava hefteyekê de 110 kîlometir meşiyan.