Ji bo tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan were şikandin li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Komên diduyan îro çalakiya greva birçîbûnê dewr digirin.

Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî salek û nîv dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên cuda tên ragirtin li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê kom bi kom çalakiyê pêk tînin û wê 5 rojan carekê komê çalakiyê ji hev dewr bigirin. Çalakî li gelek girtîgehên cuda dest pê kir û îro koma diduyan çalakiyê dewr digire.

Ji ber vîrûsa koronayê ku ku parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinan nayê zanîn li kîjan girtîgehan û çend girtiyan dest bi çalakiyê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN