Iraqê Korek qedexe kir

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 00:35

Wezareta Gihandinê ya Iraqê li dijî deynê şirketa Korekê hinek tedbîr girt. Li gorî yek ji bendên biryarên hatine girtin firotina kartên girêdan û sîmkartên şirketa Korekê hatiye qedexekirin. Her wiha bang li welatiyan hate kirin ku ti sîmkartên nû yên Korekê nekirin. Wezareta Gihandinê ya Iraqê di derbarê derbasbûna dema deynê şirketa Korekê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema dayîna deynê şirketa Korekê di 30’ê Tebaxa sala 2022’yan de derbasbûye, lê heta niha jî deynê xwe nedaye, li ser vê yekê li dijî şirketa Korekê hinek tedbîr hatine girtin. Li gorî biryarên ku hatine girtin, Komîsyona Peywendiyan û Ragihandinê ya Wezareta Gihandinê ya Iraqê firotin û bazirganiya her sîmkartek nû ya Korekê qedexe kiriye û bang li welatiyan hate kirin ku ti sîmkartên nû yên Korekê nekirrin.

Her wiha heman daxuyaniyê de bang li dikan û xalên firotinê kir ku ti tiştek nû yê şirketa Korekê nefiroşin û bazirganî pê nekin. Ger were kirin wê lêpirsînên yasayî li ser werin destpêkirin. Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Em ji raya giştî re radigihînin ku Komîsyona Peywendiyan û Ragihandinê ya Wezareta Gihandinê, ji bo qutkirina peywendiyên di navbera Korek Telekom û kompanyayên peywendiyê yên welat de kar dike. Bi belavkirina vê daxuyaniyê re 10 roj dem ji bo şirketê tê dayîn ku deynê xwe bide.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.