Iraqê dijminê xwe nas kir

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Helwêsta Iraqê ya beramberî komkujiya li Zaxoyê bû helwêsteke neteweyî. Tevahiya komên etnîk û dînî yên Iraqê êriş şermezar kir û aliyên siyasî jî bûn xwedî yek helwêst. Encamên vê yekhelwêstiyê wê ji bo dagirkeriya Tirk bibin çi hîna ne diyar e. 

REWŞAN DENIZ

Piştî êrişa artêşa Tirk a li dijî geştyarên Iraqî yên li Zaxoyê, û qetilkirina 9 kesan û birîndarkirina bêhtirî 30 kesan, welatê Iraqê bi tevahiya aliyên xwe yên siyasî, xelkê xwe yê Şîî, Sunî, piraniya Tirkmenan û Kurdan ji sala 2003´yan ve cara yekê ye bû yek. Bi gotineke din Iraqê dijminê xwe nas kir.   

Piştî êrişê, vê carê rayedarên PDK´ê jî di navê de rayedaran yekser îşaret bi berpirsiyariya dewleta Tirk kir.

Jixwe gotinên wezîrê karên derve yê Iraqê yê PDK´yî Fuad Huseyîn li cihê bûyerê ev yek eşkere nîşan da. Wî got, wan lêkolînên lazim kirine û eşkere bûye ku artêşa Tirk êriş kiriye û 4 top avêtine seyrangeha li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê. Fuad Huseyin hem ji ber ku ji PDK´ê ye û hem jî ji ber ku di hikûmeta Mistefa Kazimî de ye, wekî kesekî nêzî dewleta Tirk jî dihat nasîn. Lê ew dîmen li vir qut bû: Gava ku cenazeyên qetilkiriyan ji balefirgeha Hewlêrê şandin Bexdayê, serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Fuad Huseyin bi hev re rahiştin darbesta qurbana herî ciwan a êrişa hov a dewleta Tirk: pitika 1 salî Zehra Xeyrî Mihemed.   

Aliyên Iraqî hemûyan şermezar kir

Çawa ku êriş hat bihîstin li seranserê Iraqê çalakiyên li dijî dewleta Tirk hatin kirin. Hem pêr û hem jî doh li gelek bajarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, dor li navendên vîzeyê yên Tirkiyeyê hat girtin û ser ala Tirk a van navendan bi alaya Iraqê hat girtin. Li Bexdayê çalakiyên li ber sefareta Tirk jî hem pêr êvarê û hem jî doh hebûn. 

Hikûmetê nekarî bêdeng bimîne. Serokwezîr Mistefa Kazimî êriş rûreş kir û xwest dewleta Tirk leşkerên xwe ji Iraqê bikişîne. Wî ji bo xema xelkê Iraqê jî rojek şîna neteweyî ragihand.

Polêsê Zaxoyê jî giriya

Helwêsta beramberî komkujiya li Zaxoyê ne tenê di nava Ereban de bû. Ew dîmenê ku dayika Zehra Xeyrî Mihemed bedana wê ya bê ruh dide destê polêsekê li Zaxo da ku wê bigihîne doktoran, îşareta vê ya herî eşkere ye. Polês pêre pêre digirî û bedena wê pitikê dibe nava avahiya nexweşxaneyê. 

Vê carê hêzên PDK´ê yên ku êrişî xwepêşandêran bikin nînin. Li Bexdayê, li Kerkûkê, li Xaneqînê, li Necefê, li Silêmaniyê dewleta Tirk a qirker hat şermezarkirin. 

Niha zexteke mezin li ser tevahiya aliyên Iraqê heye ku ne tenê gotinan bikin, lê gavan jî biavêjin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Wê li ser dewleta Tirk çi ferz bikin

Di nava van de tedbîrên kêmkirina têkiliyên tîcarî, gilîkirina li cem Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hene. Lê gavên hin komên leşkerî yên ku êrişeke bi droneyên xwekuj a li dijî baregeha artêşa Tirk a Bamernê a pêr bi şev girtin ser xwe jî wê encaman bi xwe re bînin. Van koman li dijî baregehên Emerîkî yên li Iraqê piştî ku êriş organîze kiribûn, artêşa Emerîkî ji van baregehên xwe vekişiya bû.  

Belgeya komkujiyê

Di komkujiya dewleta Tirk a li ser seyrangeha Perex a Zaxoyê de 9 kes şehîd bûn û bêhtirî 30 kesî birîndar bûn. Hemû jî xelkê parêzgehên naverast û rojavayê Iraqê bûn.

Nasnameya qurbaniyan ên ku cenazeyên wan ji Hewlêrê şandin Bexdayê wiha ye:

1- Zehra Xeyrî Mihemed, temen 1 salî, xelkê Bexda

2- Sara Qeys Elî, temen 12 salî, xelkê Bexda

3- Zehra Qeys Elî, 16 salî, niştecihê Bexdayê

4- Elî Sebah Îsmaîl, 43 salî, xelkê Bexda

5- Secad Mihemed Casim, 24 salî, xelkê Bexda

6- Ebas Ela Ebdul Ehmed, 30 salî, xelkê Bexdayê ye

7- Hesen Ebdulemîr, temen 55 salî, xelkê Kerbela

8- Teha Ebdulrehman Nemet, temen 25 salî, xelkê Bexda

9- Ebas Mihemed Cewad, xelkê Kerbela

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.